”Moscow Kurdish Film Festival” bi awayekî profesyonalî karê welatparêzîyê dimeşîne
Em vê nûçeya şabûnê ya “Moscow Kurdish Film Festival”ê
bi 3 zimanan – kurdî, îngilîsî û rûsî –bi dilxweşî raberî xwendevanên xwe dikin.
Fîlmên ku di bernameya 2. Festîvala #Fîlmên Kurdî# ya Moskowê de cih digirin dê li du sînemayan bên nîşandan: Karo 11 Cotmeh (Moskow) û Karo 11 Oxta (St. Petersburg). Zincîra sînemayê KARO di sala 1997an de hatiye damezirandin. Îro, KARO zincîra sînemayê ya pêşeng e li Rûsyayê, ku 32 sînemayên nûjen (250 ekran) li Moskow, St. Petersburg û li bajarên din, ku salane ji hêla 12 mîlyon kes ve têne ziyaret kirin. KARO ji aliyê kongreya navneteweyî ya CineEurope ve wek zincîra sînemaya herî baş a salê ya li bazara Ewropayê hat naskirin û bû yekemîn zincîra sînemaya Rûsyayê ku vê xelatê werdigire.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,836 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!