Navê pirtûkê: RÛHÎ: HELBESTVANEKÎ DAHÊNER Ê SERDEMA PIŞTÎ MÎREKTIYAN Û BANDORA WÎ
Navê nivîskar: Abdurrahman Adak*
Cihê çapkirina: #Mêrdîn#
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Mêrdîn Artuklu
Sala çapê: 2017
Şêx Ebdurrehmanê Rûhî helbestvanekî girîng û dahêner ê serdema piştî mîrektiyan e. Çi di tema û mijaran de, çi di
şêwazên edebî û hunera helbestê de be ferq nake ew di edebiyata #kurdî# ya klasîk de xwediyê gelek dahênanên
edebî ye û gelek peyrew li pey xwe hiştine. Bi rehetî dikare bê gotin ku di serdema piştî mîrektiyan de li Bakur
helbestvanekî dî yê bi qasî wî orjînal û xwedî bandor tuneye. Şêx Ebdurrehmanê Rûhî bi van taybetiyên xwe ne ji
bo serdema piştî mîrektiyan tenê, ji bo tevahiya tarîxa edebiyata kurdî wek helbestvanekî girîng derdikeve pêş. [1]