Navê pirtûkê: KURTEDÎROKA ÇAPEMENÎ Û MEDYAYA ZAROKAN A KURDÎ
Navê nivîskar: Kenan SUBAŞI
Cihê çapkirina pirtûkê: îstanbol
Navê çapxaneyê: çapemeniyê e-Şarkiyat îlmiî
Sala çapê: 2017
Ev xebateke bîblîyografîk e ku bi taybetî medya û çapemeniya kurdî ya zarokan berçav kiriye. Ji aliyê çapemeniyê ve kovarên zarokan hatine nasandin û ji aliyê medyayê ve jî televîzyon û bernameyên televîzyonê hatine nasandin. Berî danasîna berheman qala têkiliya zarok û medyayê hatiye vegotin. Di vê çarçoveyê de têkiliyeke çawa heye û tesîrên dualî di navbera wan de çawa çêdibin, hatiye nirxandin. Piştre dîrok û geşedana çapemenî û medyaya kurdî ya zarokan di bin pênc sernivîsan de wek xebatên li Tirkiyeyê, Ewropayê, Iraqê, Îranê û Sûriyê hatine veguhastin.[1]