Umîd Demîrhan
-Were keko em herin, çi ye tu kêzikeke gûgerîn dişopînî? Ihtimal e ku gur têkeve nava pêz
an jî dizek wan bide pêşiya xwe û bibe. Jixwe di nava heys-beysa vî şerî de kes nizane kî kurê kê ye.
-Here, berê pêz bi ser aliyê me de bişkîne, bila li dora me biçêrin û em vê sosretê temaşe bikin.
Dûajoyî bêyî dilê xwe gurra serşivên kir, çû û pez zivirand, hate cem kekê xwe.
-Binêre, vê kêzika gûgerîn ji wê silepora rêxê ya han parçeyek rêx hilda û ber bi vê morîstanê anî. Li ser xweliya sax û taze ya li dora moristanê bir-anî, çiqasî mezin kir. Havînê wê topê rêx e; lê xweliyê eyba rêxê veşartiye. Mixabin cendekên gelek moriyan jî di nava vê topikê de bûne kereste.
-Kekê, di vir de tiştê sosret çi ye min fehm nekir. Jixwe navê wê jî wisa ye ku gû digerîne.
-Kek qurbana mêjiyê te be, hişê te bi kar û barê dewletê nabire. Te hê dibistan neqedandiye û leşkerî jî nekiriye. Binêre, kuna moriyan bi rastî jî dewleta moriyan e; lê ev kêzika qerase mineta xwe ji wan nagire. Wexta ku topa xwe li ser sînorên dewleta wan digerîne gelek ziyanê digihîne moriyên hûrik, ango zar û zêç di nava rêxa şil de gut dibin û di bin tetqalê heriyê de dimînin. Binêre ew moriyên ku ji topê filitîne çi zû dikevin hundir û agehiyê didine hundir. Niha di hundir de, yan hilbijartineke nû heye yan jî serokê hilbijartî yê berê dê mudaxeleyî rewşê bike.
-Wisan e şer dê dest pê bike!
-Na, beriya şer dê dîplomasiyeke xurt dest pê bike, heta ku hêza xetereyê bê hesabkirin.
Meseleyên şer ji bo dewletê pir girîng in. Ew jiyan-mirinê, hebûn-nebûnê diyar dikin; loma hîç serokek nikare vê yekê îhmal bike.
-Gelo niha çi planê datînin? Dibe ku serokê wan gazî melayan bike û bibêje duayan ji Xwedê bikin ku vê belayê ji ser serê me rake.
-Biracan, morî xwedênas in; lê di xebata xwe de sosyalîst û komunîst in, bi komkî biryarê didin. Gava serok ji bo lêgerîneke kûr û berxwedaneke kêmziyan biryarê bide û dereng mudaxeleyî rewşê bike komeke şoreşger dikeve dewrê, ew bêyî serok jî dikarin peywira xwe bînin cih; lê divê mesrefa giyanî ya vê komê ji ya serokî erzantir be ku hêjayî pesnê bibin û alîkariyeke pêwist ji hevalan wergirin.
Dûajo ji van şîroveyên felsefî tiştek fêm nekir, bala xwe rind dayê ku bi rastî jî tevgereke sosret dest pê kiriye, hewldan û destpêşxêrî hene. Serşivanî wiha berdewam kir:
-Binêre, pêşiyê alarm dane hundirê welêt û serok pê hesandin. Serokî nûnerên xwe yên pispor şandin û hêza dujminî pîva. Êdî baweriya wan heye ku neyarekî xedar rûmeta welatê wan dişkêne; lê hewa alîkariya wan nake. Baran bibariya kêzikê nikaribû di nava heriyê de vê forsa xwe bike; dê zû biwestiya û li qulekê bigeriya ku serê bikê. Gava serê xwe şîşê kuna moriyan bikira, dê bi komasî êriş bibirina ser sêrî, heta ku qut bikirana yan jî biêşandana û bi paş ve bidana vekişandinê.
-Hewa di berjewendiya wan de nebe, wisan e baweriya wan jî pere nake.
-Na, ew dê dev ji têkoşînê bernedin. Ew dê li eraziyê dora morîstanê binêrin û çend ceribandinên bêfayde bikin. Di van ceribandinan de jî wê tûşî çend ziyanan werin.
-Ango nikarin heyfa bavo bistînin û namûsa dayîkê jî serbarê ser e.
-Ji bo şerekî serkeftî pênc hêman lazim in: bawerî, hewa, erazî, fermandar û rêxistin. Îcar du hêmanên şer ne di berjewendiya wan de ne; lê heke ew her siyên din baş bi kar bînin dê bi ser kevin. Zû here, wan bizinên ku ketine devê newalê derxe û lez were. Bila hûrgiliyên vê bûyera sosret ji ber çavên min winda nebin.
Piştî ku birayê biçûk ji cem kekê xwe çû û nêzikî bizinan bû tiştek hate bîrê. Ji xwe re got: “Ez dikarim van bizinan bi hêsanî ji newalê derxim û bînim vê rastahiyê; ji ber ku hêza min a li ser erdê ji ya wan xurtir e. Lê her çiqas hebek be jî, hêza wê kêzikê çend qatî hêza reqîbê wê ye. Ji ber ku amûreke wê ya qerase heye û di her gindirandinekê de çend liv moriyên biçûk dipirçiqîne; tetqalek xwelî li ser direşîne û şopa cinayetên xwe vedişêre. Bi rastî komkujiyeke bê şûn û berate pêk tîne. [1]