Îşarekirin bi komek ji çîrokên “Tawana Pîroz”
Li rêkevta 3`ê Cozerdanê, pirtûka koma çîrokan ya bi navê “Tawana Pîroz”, nûtirîn berhema Bêhzad Qadrî, çîroknivîs û rojnamevanê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê weşanxaneya bi navê “49 Pirtûk” li Ewropayê hat çap û belavkirin. Ev pirtûka sêyemîn koma çîrokên “Bêhzad Qadirî” ye û duyemîn berhema navbirî ye ku li Ewropayê tê çap û belavkirin.
Sala 1396`an pirtûka koma çîrokên bi navê “Nêçîrvanê Demsalan” û li sala 1397`an jî pirtûka koma çîrokan ya bi anvê “Hêza Meçêt”, ji aliyê wî nivîserî ve li bajarê Merîwanê hatibû çap û belavkirin kuç çapa duyem a pirtûka “Hêza Meçêt”, li Banemera îsal li Ewropayê hat çap û belavkirin.
Herwisa Bêhzad Qadirî li sala 1397`an, pêşmergê Partiya Demokrat a #Kurdistana Îranê# ye û niha li Dezgeha Ragihandina Giştî ya vê Partiyê de xizmeta gel û axa xwe dike.
Pirtûka koma çîrokên “Tawana Pîroz” li 100 rûpelan û 12 çîrokan pêk hatiye ku nivîser di heyama sê salên derbasbûyî de û li heyama jiyana pêşmergayetiyê de nivîsiye:
Di vê nivîsa kurt de emê îşereyekê bi naveroka berhema kurte çîroka wî pêşmergeyî bikin:
Pêka gotina nivîser bixwe çîrokên pirtûka bi navê “Tawana Pîroz” ji koma wan karesatan pêk hatiye ku li serê Kurdan hatine, herwisa xebata gelê Kurd li dijî dagîrkerê “Fars”e û tolhildana kurdên xwedî helwest e, ku di çîrokan de rol lîstin. Li ser hev dikarin bêjin ku digel koma çîrokên realîstî rû bi rû dibin.
Pirtûk bi çîroka “Xwîna Ecem” destpê dike û pêka ku nivîskar bixwe û bi şêwaza xwe li ser navê çîrokê xuya ye, xwandevan dibe bixwe bo bûyer yan koma bûyeran amade bike. Ev çîroka meriv wedigerîne bo serdemên şoreşa gelên Îranê. Lîstikvanê sereke yê çîrokê kalekî Kurd e ku, li warê xwe reviye û beraxwe daye bajareke eceman û berevajiyê xwast û çavnhêriyên xwe, ji aliyê eceman ve tûşî karesatan bûye. di vê çîrokê de bi awayek ciwan û zelal hest bi kerb û kîn û tolhildanê dikin. Lê, hesta kerb û kînê bo neteweyên bindest li dîtingeha nivîser, hestek pîroz e ku dikare alîkar be bo rizgariya wê neteweyê. “Yuval Noah Harari” aqlimend û nivîserê xelkê Îsraîlê dibêje: “Hesta kerb û kînê ji xerabitirîn hestan e, lê bo neteweyên bindest xezîneyeke ku dikarin xwe pê rizgar bikin”.
Piştî kerd û kîna pîroz a Kurdekî li “xwîna ecem”, dighîjin bi çîroka “Meta Mestûre”. Di vê çîrokê de xortek temaşeyî jiyana dijwar ya “Meta Mestûre” dike, pîrejineke qermçiye li ser erdê ku çiyayek li ser pişta wê raza ye. Di vê çîrokê de wedigerin bo serdemên xebata çekdarî ya pêşmerge li kûrahiya Rojhilatê de û nifşa nû digel lehengiya pêşmergeyan dide naskirin. Di paragrafeke vê çîrokê de hatiye:
Germahiya meha Pûşperê bû. Wê demê Meta Mestûre li gund jiyana xwe derbas dikir. Keçike bedev û temenê wê heft salî bû. Hemû êvaran çavnhêr bû: “Wê êvarê neyên, bi xatircemî ve dê êvarê bên”. Çavnhêriya hatina pêşmergeyan dikir. Ku ji dûr ve didîtin û digot: “Ey goriyê hêz û germahiya we bibim. Ey goriyê wan pêngavên we bibim”. “Ebdula” jî pêşmerge bû. Lê, ji aliyê din ve, “Rostem” dev jê ber nedida. Mestûre bûbû evîndarê pêşmergeyekî, çimkû Ebdula jî pêşmerge bû. “Rostem jî xwefroşekî serberedayî bû ku kêfa wî ji Mestûrê re hatibû û hemû rojan digel komek pasdar û xwefroşan hûndrî gundê wan dibû û berî rojavabûnê, li tirsa hebûna pêşmergeyan winda dibûn û xwe di heft kona de vedişartin. Wê demê dema kuştina xwefroşan bû. Roj nebû ku dehan û sedan xwefroş û pasdar neyên kuştin.
Di çîroka piştre digihîjin bi çîroka “Tawana Pîroz” ku navê pirtûkê jî her ji vê çîrokê hatiye wergritin. Ev çîroka berevajiyê herdu çîrokên berê di vê demê û serdemê de rû daye. Keçike Kurd ku berevajî laşê wê lawaz bû, lê xwediyê îradeyek polayîn û li dijî dagîkerên Fars helwest digirt û bo gel û axa xwe bi şêwaza xwe xebatê dimeşîne. Bi xwendina vê çîrokê ji bo we keçikek diresime ku bi xatircemî ve hûn tev wê nas dikin.
Bêdengî” çîrokeke din e ku, ev berhema li warê form û şikl û şemayîl ve digel tev çîrokên din cudahî he ye. Ev çîroka hêdî hêdî radikêşe bo hûndr û di nav peyv û hevokên xwe de dixeniqîne. “Bêdengî” tijiye li hevokên felsefî, zanistî, wêjeyî û şiroveyên din ji “Bêdengî”yê pêkêş dike. Di vê çîrokê de nivîskar dihgîje valahiyê: “Xwazî ez dibûm bi pirotonek û elekteronek dikare bibe evîndarê xwe …”. Lê, her di vê valahiyê de jî nivîskar nasnameya wî jê winda nabe.
Di çîroka “Gakoj” de, dubare wedigerin bo serdemên şerê Kurd digel dagîkerê Fars. Di vê çîrokê de dubare hesta “tolhidan û kerb û kînê” ye û nivîskar ji dagîrkar zêdetir xwe nîşan dide: “Xwazî min bikariya agir berdim mal û zarokên wan û pên li landika zarokên wan yên sava bixista”.
Di berdewamiyê de, û di çîrokên din de jî, bi koma şêwazên cuda behsa wan karesatan hatiye kirin ku, li dijî gelê Kurd hatine encam dan û ya ku cihê baldanê ye hesta “qehrîbûn”e li hember dagîrkarên Kurdistanê de. Ev helbesta mamoste “Hêmin” ya bi navê, “Kerbê Pîroz”, dikare bi awayek rind behsa vê hestê bike:
Demgirî, emma li girtûxaneyî req stûtir im
Lêm dida, emma leser dawa rewakem sûr tirm
Demkujî, emma begij celadekem da dêmeve
Kurdim û natuêmeve, natuvêmeve[1]