Selam Husên Çîroknivîs û romanivîsekî kurd e, di sala 1988’an de li bajarê #Efrîn#a Çiyayê Kurmênc a #Rojavayê Kurdistanê# ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya bilind di zanîngeha Helebê de berdewam kiriye û di sala 2009’an de ji beşa ziman û wêjeya Erebî derçû ye. weke mamosteyê her du zimanên kurdî û erebî heya sala 2014’an li Efrînê xebitiye. Lê ji sala 2014’an û şûn ve ji ber mijûlbûyîna wî ya bi zimanê kurdî re ji aliyê dewletê ve ji mamostetiyê tê fesilkirin. Piştre dev ji mamostetiyê berdide û dest bi nivîsandinê dike û bi her du zimanan berheman derdixe.
Nivîskar di çîroka pêşî ya bi navê ‘’Qiyameta çil û heştan’’ de wiha ji xwînerên xwe re dibêje.
Ez li hêviyeke șiketî weke dilê xwe di nav peyvên wî de digeriyam got û lêvên wî direcifînnikarî li çavên min meyze bikira, berê xwe da dîwarî ku ez rondikên wî nebînim û bi dengekî kelgirî gote min ev cara yekemîn bû ku ewqas acizî bi ser min re derbas dibe, gote me nikarî tiștek jê re pêșkêș bikira û hemû hewildanên me vala derketin ji min re got ku kurê min berî ku xatir ji vê dinyayê bixwaze jê re gotibû : ji bo xwedê bila ez bimrim tixtor , ez naxwazim bêyî lingên xwe bijîm ez dixwazim bibim lîstokvan weke Mêsî , ger lingên min tune bin , ez ê çawa weke wî bi lîstokvan bim xweda li wê dinê dê min bibe buhuștê ez ê bi hevalên xwe re gogê bilîzim.
Ev çîrokên ku ji 16 çîrokan pêk tê, Selam Husên di van kome-kurteçîrokan de hewilde dide êşa bajarên Kurdistanê bi hemû kitekitên wê raxîne berçavan. Di her çîrokekê de êşeke veşartî ji nav van bajarên wêranbûyî yên mîna Efrîn, Kobanî, Şengal, Amûdê, Geliyê Zîlan û Helepçe li pey xwe dihêle. Lewma ji navê berhemê jî diyar e, ‘’Sêdarên Bajarên Sêwî’’. Nivîskar ew bajarê Kurdistanê Sêwî dibîne, ji ber ku li her bajarekî komkujiyên hovane lê hatine kirin. Lewma ev berhem hema mirov dikare bêje bi awayekî kurt be jî êşa hemû bajaran di hundirê vê pirtûkê bi cih kiriye.
Ew di destpêka vê pirtûka xwe ya yekem ku bi zimanê Kurdî nivîsadiye de, diyarî zimanê çiya, dar û Kulîlkên Kurdistanê û dayîka xwe dike û her wiha mamosteyên Efrînê dike.
Berhemên wî ev in:
Ji berhenên wî ev in:
- Ji zimanê Erebî: ‘’Gunehên kulîlkên zeytûnan’’ ango Xetaya Zehri zeytûn, di sala 2018’an de tê çapkirin.
- -7’ê Kopa, ew jî du sala 2019’an de tê çapkirin.
- Her wiha vê dawiyê jî bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan di sala 19’an de ji nav weşanxaneya Hrrk’ê tê çapkirin û weşandin.
[1]