Tu difroşî û nakirî, ez dikirim û nafroşim, ew dikirê û difrose.
Pêşiyan di vê gotinê de rewşa sê cure dewlemendan raberî hev kirine. Ji van yek ê ku malê xwe difroşe û nakire. Dibê ew tevahî di zirarê de ye. Ji van yek, ê ku mal dikire û nafiroşe. Ev tevahî di kar de ye. Yê sêyemîn jî yê ku dikire û difiroşe, ew bazirgan e.
[1]