Ji bîr nekin ji bilî cîhana ku em tê de dijîn cîhaneke din heye, ew jî xwendin e. vê carê jî em ê serê xwe bi ser pirtûkeke din de xwar bike û bi hev re rûpelên wê pirtûkê biqulibînin û nas bikin ka çi ji xwendevanên xwe re dibêje. Bi xelekeke nû em ê romana #Helîm Yûsif# a çaremîn a bi navê ''99 Morîkên Belavbûyî'' bi we bidin naskirin.
Çîrok û mijarên Helîm Yûsif gelekî rasteqîne û nêzîk jiyana wî ya kesayetî û serboriya kesayetiya her kurdekî ye. Em dikarin bêjin ku di her roman û çîrokekê de kesayetiya Helîm Yûsif bi hin aliyên xwe ve, xwe tê de didin der. Ji ber ku nivîskarî tiştekî gelek cewherî û hundirî ne, helbet jî nivîskar derdora xwe ya ku dibe şahidê wê di berhema xwe de derdixe pêş . Ji xwe ew bixwe jî di hevpeyvîneke xwe ya kovara W de, li ser romana kurdî wiha dibêje:
''Agirê ku min neşewitîne, ez nikarim li ser wî agirî binivîsim, ez nizanim dibe ku xaleke lewazî be di nivîskariyê de. Lê heta radeyeke mezin girêdayî jiyana min a taybet e''.
Di naveroka berhemên Helîm Yûsif de em rastî mijarên li ser sînor, parçebûn, trajîdî, rev û şer, û rewşa kurdan a bindestî û felaketê tên
Helîm Yûsif di sala 1967'an de li Amûdê, Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Helebê fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Elmanyayê dijî. Bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojanemyên erebî û kurdî weşiyan e. heta niha berhemên wî bi kurdî, erebî, tirkî û elmanî çap bûne. Ji nivîsên wî yên bi navê ''Komara Dînan'', ''Bidarvekirina Pozekî'' û ''Sol û Serî'' lîstikên şanoyê hatine çêkirin. Bi dehan berhemên weke Mêrên Avis, Jinên Qatên Bilind,Mirî Ranazin, Sobarto, Memê Bê Zîn, Tirsa Bê Diran, Gava ku Masî Tî Dibin, Romana Kurdî, Aslandar Beg, Wehşê Di Hundirê Min De û Firîna Bi Baskên Şkestî nivîsandiye.
Niha jî em werin ser naveroka romanê. Ev romana Helîm Yûsif di sala 2015'an ji nav weşanxaneya Pewend derçûye û ji 150 rûpelî pêk tê. Ji aliyê bergê pirtûkê ve li zemîneke sipî ku ji tizbiyeke morîkên sor ku tayê wê qetiya û belav bûye, pêk tê. Bergeke rasterast, û serkeftî û li gor dilê romanê ye. Ev roman wekî romanên din yên Helîm Yûsif bi awayekî xweş û rêk û pêk hatiye hûnandin û şeysasndin. Ew qala êş, derd, kul û birînên kurdan dike ku car caran xwînerên xwe li ber xwe bi girî û hestewar dike. [1]