Aziz Mamoyan
Zerdeştî, wek bîrûbawerî, di Medyayê da pêk hatye û di nav gelê wê da belav bûye, û, bi xwezayî, yên med(k’urd) bûne zerdeştîyên yekem; – ev bîrûbawerî li ser bingeha wan bawerîyan pêk hatye, yên ku êdî berî wê di Medyayaê da hebûne; – ji wan gelan, ên ku di dema xwe da zerdeştî p’ejirandine, t’enê k’urd in, ên ku heya îro jî di nava wan da gelek asa (norm) û ferzên zerdeştîyê û nirxên r’ewanî yên wê bîrûbawerîyê bi giştî zêndî mane, her çiqas, zêdetirî 1350 salan berê bi zora şûr olek a bîyanî li stûyê gelê k’urd hatye alandin. Mirov dikare bibêje, ji ber ku zerdeştî, wek ol, li ser bingeha bîrûbawerîyên gel ên berî xwe pêk hatye, ew ji bo k’urdan dîyarbûneke xwezayî ya r’ewşa r’ewanî-hizirî bûye, lewra jî dagerkerên bîyanî ne bi şûr, ne jî bi sotin û wêranîyan nikaribûne ewê t’une bikin, ji ber ku, wek ku di dema xwe da r’ojhilatzanê navdar Dyakonov gotye, (… p’ir’anîya wan bawerîyan û dirozgeyên ayînî zerdeştîyê jinûva ji ber xwe dernexistine, ewê ew ji nava bawerîyên gelêrî yên berî xwe hildane, yên ku wê demê kêm-zêde êdî amade bûne.. [1]