Di serê sedsala 20’an da nimûneyên ewil yên xêzeromanan li Amerîkayê tên weşandin. Piştre di demeke kin da ew li welatên din belav dibe û ji vî cureyê nû gelek dihê hezkirin. Piştî 100 salan em di edebîyata Kurdî da mînakên xêzeromanên ewil dibînin. Berhema Alî Husên Kerîm ya bi navê Mirina Jaro yek jî mînakên ewil yên di xêzeromana Kurdî ye; lewma ev lêkolîna me li ser vê berhemê kirîye girîng e. Me ji bo vê yekê bi rêbaza lêgerîna çavkanîyan li ser rojname, kovar û berhemên din yên Kurdî lêkolîn kir. Me pêşîyê li ser dîrok û geşedana xêzeromanê agahî dan. Piştre bi kurtayî nimûneyên xêzkirin, xêzewêne û karîkaturê yên di çapemenî û edebîyata Kurdî da (Kurmancî, Soranî û Zazakî) vekola. Me di dawîyê da jî Mirina Jaro di çarçoveya van taybetmendîyên xêzeromanê da nirxand; bûyersazîya wê çawa ye, wekhevî û cudahîyên wê li gor xêzeromanên din çi ne, hêmanên ziman, zeman û mekanî çawa hatine bikaranîn. Me dît ku di Mirina Jaro da hêmanên sereke yên rêbaza xêzeromanê nehatîne bikaranîn. Lewma ew ji xêzeromanekê zêdetir wek îlustrasyonekê ye, ji alîyê dîtbarîyê ve jî wek pirtûkeka zarokan ya biwêne ye.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=430044&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin YEK JI NIMÛNEYÊN EWIL YÊN XÊZEROMANÊ DI EDEBÎYATA KURDÎ DA: MIRINA JARO=KTML_Link_External_End=