Navê pirtûkê: HIKAYATÊN CIMETA KURDAN
Navê nivîskar: Hacîyê Cindî-Çîrok
Cihê çapkirina pirtûkê: Parîsê
Navê çapxaneyê: înstîtuya kurdî ya Parîsê
Sala çapê:
Carekê bizinek ji nava pêz vediqete diçe çiyê, binê zinarekî
xwera dikole, holikê ava dike, xwera dike gom, têda dizê: sê
kara tîne. Navê yekê datîne Şengilo, navê yekê Mengilo, navê
yekê jî Qalîçengilo.
Kar ku mezin dibin, maka wan şîret dike, dibê:
- Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, niha ezê
herim çêre, kengê ez hatim, min got:
Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo,
Ez çûme zozana,
Qirşik kete ber dirana,
Şîr kete gihana,
Dayka we hate dena
Derî vekin,-
hûn paşê derî vekin, werine dena.
Çend roja usa derbaz dikin wî hesabî. Rojekê gur gilyê
wana dihese. Bizin ku sibê zû radibe, diçe zozana, berî bizinê
gur tê dibê:[1]