Raman Hesê
Zanista zimanvaniyê
Cîhana ku em tê de dijîn , roj bi roj xwe digihîne astên herî jor û pêşdikeve . Di gelek alî û qadên civakê de jî mirovan karîbûn xwe bigihîn ziraviyên herî biçûk li ser rûyê erdê , wan nasbikin û kifş bikin . Yek ji tiştên herî girîng ewe ku ; karîbûn şoreşekê di nav ziman û mirovan de çêbikin , ew jî şoreş û serhildana lêkolîna zimanvaniyê bû , ku bû sedema gelek tiştên windayî yên ku bi mirovan û dîroka wan ve girêdayî derkeve û li ber çavan bixuye .
a- Zanista zimanvaniyê :
Ev zanist liser nimandina wateyên peyvan , teşeya wê ya yekîne bi ziravî û hûrkolîn lêkolîn dike , her ziman ji aliyê wate , dîrok , berhevîn , têkiliyên wan di nav hev de û bi taybet ciyawazî û şewazên vî zimanî lêkolîn dike , ku ziman çiye ? , çawa tê xebitîn ? , koka peyvê ji kû derê ye ? , çawa sentez bûye ? , fonitîka wê çiye ? , çawa ji dev derdikeve ? , çawa ji teşeyekî ketiye teşeyekî din û pêşketiye ? , û di kîjan dem , cih û dîrokê de derketiye ? , ev zanist li ziman digere û wê pênase dike , liser kêrhatî bûn , hêz û kûrahiya ziman , avakirina hevokan û dengê peyvan , bi şêweyekî zanistî û rasteqînî lêkolîn dike , bi kurt û kurmancî zimanan nasdike û lêkolîn dike .
Lêkolînên zimanvaniyê ji aliyê Hindiyan ve despê bû , piştî wê li Yûnanistan û Romaniyayê jî destpê bûn . Lêkolîna despêkê liser pirtûka Veda ya bi zimanê Sensikrîtî bû , ku weke deqa herî kevin e . Piştî wê di çerxa 6'an de (500-450) , zimanvanên weke Aflaton ( palton) û Aristo gelek lêkolînên girîng di aliyê zimanvaniyê de kirin . Piştî wan jî Romanî ev lêkolîn berdewamkirin.
Di sedsalên (11-13) an de , şerza û zimanvanê bi navê Dantî derdikeve , ew jî gelek xebatên girîng liser ziman dike . Ta vê serdemê jî , tevî derketina ola Islamê , Ereban ta serdema lêkolîner û zimanvanê Kurd Sîbawê ti lêkolîn nekirinbûn .
Di serdema raperîna ku li Erûpayê çêbû , gelek lêkolînên zimanvaniyê despêkirin , bi taybet li Îtalyayê û piştre li hemû Ewrûpayê belav bûn , ev serdem navê serdema Bizavên demkî lê hate kirin . Di vê serdemê de gelek zimanvan derketin û asta lêkolînên zimanvaniyê berferehtir kirin , yek ji wan jî bi navê Kanyos bû , ku lêkolînên baş li ser zimanvaniyê kir .
Di sedsala 17'an de , lêkolînên zimanvaniyê berdewam bûn , tiştê girîng di vê sedsalê de ku lêkolînên Qeşayên Qral ( port royal ) pêşketin .
Di sedsala 18'an de jî ramanên fêlasofan gelek bandor li lêkolînên zimanvaniyê kirin û gelek zimanvan jî weke ( Conyos , Roso , Kondyak .. ) derketin holê .
Di sedsala 19'an de , zanista zimanvaniyê despêkir dev ji çavlêkirinê berde û hizra xwe ya dîrokî derbasî nav lêkolînan bike û bi zanistên din re girêbide . Di vê serdemê de hijmareke din ji zimanvanan derketin weke ( Wîlyam Koniz , Hambolt , Bob .. ) , her wiha rêbaza dîrokiya hevrûkirinê jî derket û bû bingeh ji lêkolînan re .
Di sedsala 20'an de , ji ber hewldanên zimanvanên çerxa 19'an , zimanvaniyê taybetmendiya xwe çêkir û bû zanisteke serbixwe . Ev jî piştî ku Soser di lêkolînên xwe de giha biryara ku zanista ziman , zanisteke serbixwe ye . Her wiha di wê serdemê de jî zanista Komelnasiyê dibe zanisteke serbixwe . Ji wê demê ta roja me ya îro , zanista zimanvaniyê xurtir û pêşketî tir dibe , her wiha gelek şareza , pispor , lêkolîn û lêkolînvanên wê çêbûne .
b- Zimanvaniya Berawirdkirinê / Hevrûkirinê :
Beşek ji beşên zanista zimanvaniyê ye , diyardeyên deng , peyvsazî , hevoksazî , nimandin û hevrûkirina zimanên heman malbatê yan jî ji heman civakê lêkolîn dike . Ev lêkolîna hevrûkirinê ya ku li ser du zimanên ji heman malbatê yan jî bêtir pêk tê armanc jê ewe ku , bigihêje cûreyê vî zimanî , wekhevî û cûdahiyên di navbera her du zimanên ku ji heman malbatê ne , yan jî li gorî qonaxên wê yên dîrokî ku têre derbas bûne lêkolîn bike , bi vê jî dikare ku lêkolînê ne liser bingehekî xaknîgarî lê belê liser bigehekî wesfî , yan jî liser bingehekî dîrokî pêk bîne . Pêre behsa kêmasî û destkeftiyên ku di van qonaxan de çêbûne dike .
Mînak : em hevrûkirinê dinavbera zimanê Erebî û zimanê Suryanî de çêbikin , peyvên her zimanekî çawane , wate wan , gelo di dîrokê de têkilî dinavbera wan de hebû yan jî na ? , wê zanista hevrûkirinê van mijaran di nav xwe de bihewîne , lêkolîn bike ta ku bigihêje encamekî ku cûreyê her zimanekî nasbike .
c- Armancên zanista zimanvaniyê :
1. Vekolîna geşdanên rast ên zimanan , naskirina bingeh û diyardeyên ku ziman jê çêbûne , her wiha binçîneyên ku pêkhate û diyardeyên ziman liser avabûne .
2. Vekolîna erk û şêweyên cûr be cûr ên zimanên ku di nav civaka mirovahiyê de pêktîne .
3. Balê dikşîne ser peywendiyên di navbera zimanan de , mijarên pêve girêdayî û heyî ; weke aliyên dîrokî , derûnî , civakî , sirûştî , antropolojî û ….. .
4. Şêweyên guhertin û cûdahiyên cûr be cûr li gorî ciyawazên heyî di navbera zimanên gelan de tomar dike .
5. Peydakirin û êşkerekirina zagonên ku zanista ziman di hemû aliyan de pala xwe didê û geşedanên cûr be cûr ên ku bi xwe re tîne , weke : pêkanîn , bi cî anîna erk û fermanan , peywendî û danûstandinên li gel hev .
d- Têgehên zimanvaniyê :
- Fonetîk / Dengsazî : Kevirê bingehîn ê avakirina her zimanekî ye , zanista giştî ya lêkolîna dengên mirovan e , ku çawa peyv tê xwendin ? , çawa ji gewriyê derdikeve ? , şêwazê bi lêvkirina wê , hêza vî dengî çiqas e , her wiha taybetmendiyên ciyawaz ên zimanan lêkolîn dike .
Nimûne : dengên s – z bihîstin – bibihîze .
- Fonolojî : lêkolîna dengên zimanekî û çawa bê bikaranîn da ku peyv û biwêjên axeftinê çêbibin . Fonolojî zimanan ji aliyê sentez , guhertin û veguhertin , diyarde û yekîneyên dengan (fonîm) ji aliyê cûdahiya wateyan û rêzimaniya ku sazdike lêkolîn dike , di encam de behsa taybetî , pergal û zagonên dengan dike û bi taybet liser dengê zimanekî lêkolîn dike .
Nimûne : di zimanê #kurdî# Pir – Pir ( yek hişk tê xwendin û yek nerm tê xwendin û her yek ji wan wateyekê dide ) , kirin – kirîn .
- Morfêm : yekeya zimanvaniyê ya herî biçûk û watedar e , wateya hundirîn ji axeftinekê re daberîn dike , ji bo naskirina her yekeyekê yan jî dengekî biçûk di peyvê de xwedî rol e , her peyvek ji gelek morfêman pêk tê , 9 cûreyên wê hene , peyvê yeke yeke lêkolîn dike .
Nimûne : Cotkar : cot navê karekî ye , kar nîşaneya tiştekî ye ku tê kirin û rengedêr e , cotkar kesê ku cotkariyê dike . Ev peyv ji 3 morfêman pêk tê .
- Morfolojî / Teşenasî : zanista lêkolîna sazbûn , pêkhatin û çêbûna peyvan e , çawa û bi çi awayî teşe girtiye , yan jî bi şêweyekî din ew teşenasî ye , liser pareçeyên peyvan , reng û dirûvên bêjeyan , beşên hevokan û pêkhatiyan wan , guhertin û kişandina wê bi qertafan re lêkolînê dike .
Nimûne : Tacegulên gelên Kurdistan . Ta ce gul ên ; ev morfêm in , û Tacegulên bi giştî ; morfolojî ye .
- Semantîk / Watenasî : zanista ku peyv an jî koma peyv û hevokan ji hêla wate û guherîna bêjeyan ve lêkolîn dike , her wiha çawaniya peyvaniya peyvan dide , ne tenê ji aliyê wateya ferhengî lê belê ji aliyê watedayîna rêzimanî jî digire nava xwe . Di encam de wateya rast û zelal ya bêje , peyv an jî hevokê lêkolîn dike .
Nimûne : penda Erebî La yeful el-hedîd ila el-hedîd ( لا يفل الحديد الا الحديد ) , di kurdî de penda Agir ji agir naxwê , hevok û peyvên li jor ne weke hev in lê belê heman wate ne , yan jî em karin bêjin ku agir nikare agir bixwe lê belê wateya wê heye .
- Sentaks / Hevoksazî : zanisteke ku awayê avanî , sentez û pêkhatina hevokan , rêzbûna bêjeyan , şêwe û cûreyê wan lêkolîn û şîrove dike , armanca wê ewe ku ; şêwazên pêkhatina hevokan û ciyawaziya peyvên ku di hevokê de cih digirin û bi taybet di aliyê rêzimanî de lêkolîn bike .
Nimûne : Hêviyên min mezin in . Ev hevok ji lêker , kirde û bireser pêk tê , rêzmaniya wê rast e , hevokeke lêkerî ye û wateya wê xuya ye . ( Mirov wiha dikare şîrove bike ) .
e- Diyalektolojî /Zaravnasî : zanista ku dewlemendî , hejarî , tengbûn , firehî , serkeftin û têkçûna zimanan di aliyê zaravên ku di nav xwe de dihewîne lêkolîn dike , her wiha çawaniya çêbûna van zaravayan , axêver û cûreyên bikaranîna diyalektan , pirsgirêk û hevkariya dinav ziman de , kîjan ketiye bin bandora kîjanê de û belav bûna wan a erdnîgarî û taybetmendiyên têkildarî wê ( sirûştî , dîrokî û antropolojî ) lêkolîn dike . Ew bêtir pêwendîdarî cûdahiyên rêzimanî , ferhengî û fonolojî yên zaravekî din ku li heman herêm û erdnîgariyê ye . Her wiha devoka niştecî û nifşên kevin ên ku li herêmekê ne yan jî koçber bûne lê zaravayê xwe bi xwe re birine cihekî din lêkolîn dike . Lêkolînvanên herî navdêr ên vê zanistê ; Hans Kurats û Wilyam Labovin in . Lêkolîna liser vê zanistê di nîvê sedsala 19'an û bi taybet di sala 1876'an de li Almaniya ya Bakur bi destê Gorc Wenker despêkir , piştre xwe li her derê bi stander belav kir û bû xwedî bandoreke mezin .
Diyalektên zimanê kurdî :
1. Kurmanî : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e , zaravayê herî nû û pêşketî ye , zaravayê herî belavbûyî û mezin e , li Bakur , başûr û Rojavayê Kurdistanê tê axivîn , % 68 Kurd zaravaya #Kurmancî# bikar tînin .
2. #Lorî# / Loranî : zaravayekî kurdî ye , Zaravayê Kurdî ya duyemîn e , ber bi helandinê ve diçe , li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axivîn .
3. #Soranî# : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e , Zaravayê Kurdî ya sêyemîn e , bi navê Kurdiya Navîn û Babanî jî tê binavkirin , zû bi zû xwe pêşnaxe , li başûr ( Herêma Soran ) û rojhilatê Kurdistanê tê axivîn .
4. #Zazakî# / Dumilî : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e û yê herî kevin e , koka despêkê ya derketina hemû zaravayên kurdî ye , li bakurê Kurdistanê tê axivîn .
5. #Goranî# / #Hewramî# : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e , zaravayekî kevin e , li gorî deng û saziya bêjeyan nêzikî zaravaya Zazakî ye , li başûr û rojhilatê Kurdistanê (herêma Kermanşahê) tê axivîn .
Di Kurdistanê de li gorî çavkaniyan % 68 Kurmancî , % 16 Loranî û Lorî , % 12 Soranî , % 4 jî Zazakî û Goranî tê axaftin. Zaravaya ku herî zêde di Kurdistanê de tê axivîn Kurmancî ye. Di Wêje û nivîsê de zaravên Kurmancî û Soranî xurt û geş bûne û pêş ketine.
f- Ferheng / Ferhengsazî / Leksîkolokî : yekîneyên peyvên her zimanekî , avanî û wateya wan bi hev re , guherîn û pêşketina wan bi demê re lêkolîn dike , yan jî bi şêwazekî din , pirtûkeke ku çend peyv an jî çend biwêj têde hatine rêzkirin û şîrovekirin , her wiha ferheng alaveke komkirina gotinên zimanekî û şîrovekirina wê ye . Ev şîrovekirin dibe biheman zimanî be yan bi zimanekî din be . Her miletek û ji despêka dîrokê ve hewl daye gotinên xwe yên naskirî û ne naskirî kom bike û di tiştekî de rêz bike û bide şîrovekirin . Di ferhengan de peyv li gorî ABC 'eyê tên rêzkirin û liser babet û beşan tên belavkirin û dabeşkirin . Kesê ku wê ferhengê çêbike , dive ku kesekî pispor û rewşenbîr be .
Giringî yan jî sûdên mirov ji ferhengê digire :
- Gihiştina wate û hemwateyên peyvan bi hêsanî .
- Naskirina koka gotinan û rêzimaniya wan .
- Çawaniya xwendina wan peyvan heger bi fonetîk hatibin nivîsandin , her wiha cûdakirina wan ji peyvên biyanî .
- Parastina peyvan û zimanê resen ji winda bûnê .
- Naskirina peyvên zimanekî û yên zimanekî din di heman demê de .
Cûre û beşên ferhengan :
- Ferhengên giştî ; ev cûre ferheng hemû beşên ferhengan , reng û cûreyên peyvan di nav xwe de digire û balê dikşîne ser hemû mijaran .
- Ferhengên taybet ; balê dikşîne liser zanistekî , beşekî yan jî mijarekî taybet , weke : ferhengên taybet bi bijîşkiyê , endezyariyê û parêzeriyê .
- Ferhenga zimanê netewî ; ev ferhenga zimanê gelekî û hemwateyên wê di heman zimanî de ye , ku her peyv çend hemwateyên wê hene û wan şîrove dike .
- Ferhenga zimanê netewî – zimanê biyanî ; ev cûre ferheng wateya peyvên zimanê netewekî ji zimanekî din re dide şîrovekirin û pênasekirin .
- Ferhenga zimanê biyanî – zimanê netewî ; ev ferheng wateya peyvên zimanekî ku hatiye hîn bûn ji zimanê netewekî yê resen re dide şîrove û pênasekirin .
- Ferhenga hevbeş di navbera çend zimanan de ; ev cûre , wateya peyvekê di çend zimanan de dide şîrovekirin .
- Ferhenga berfereh ( Ansîklopediya ) ; ev ferhneg gelekî berfeh e , liser hemû cûre , taybemendî û ciyawazên tiştekî diaxive û wê pênase dike . Mînak : ferhenga Etles a Cîhanî ku hemû tiştên di erdnîgariyê de berhevkiriye , lêkolînkiriye û şîrovekiriye .
- Ferhenga fonolojî ; Ferhenga dengan û çawaniya xwendina wan şîrove dike .[1]