Şehîd Enwer Mayî
Xebatker û helbestvan û dîrûknivîs û rojnamevan û siyasiyê mezin
Enwer Mihmed Tahir Ebdurehman Mayî li sala 1913 li gundê Mayê devera Kanîmasê hatiye dinyayê.
Xwandina seretayî li Bamerrinê xwandiye.
Paşî dest bi xwandina dibistanên ayînî kiriye û li sala 1936 belgenama melatiyê ji destê Miftiyê Amêdiyê Şikirî Efendî wergirtiye.
Çend saleka melatî kiriye, paşî dest ji wî karî berdaye.
Sala 1938 li Bexda ezmûnên mamostayê kirîne û bûye mamostayê Erebî û Ayînê.
Li sala 1939 bûye mamosta li Şêrwan ser bi qeza Mêrgesorê ve.
Li sala 1940 hatiye veguhsatin bo gundê Barzan.
Li wan salên li Şêrwan û Barzan wî peywendiyeka mukum ligel Şêx Ehmedê Barzan û Barzaniyê nemir çêkiriye û bûye çalakvanekî nêzîkî wan ji bo doza Kurdistanê.
Li sala 1941 ji ber çalakiyên wî yên siyasî ji mamostayiyê veguhastiye dezgayê xurakê (temwînê) li Amêdiyê û paşî jî hate veguhastin bo Şêxan û ta 1945 li ser wî karî berdewam bû.
Li sala 1959 wek serok şandekê Kurda bi cilên kurdî çû welatê Çînê û li wêrê gelek çalakiyên siyasî û kultûrî encamdan ji bo nasandina doza Kurdistanê û ji wan jî gelek simînar li wêrê gêran.
Her li sala 1959 li Mosil bihevkarî ligel Cericîs Fethula kovara (Rastî-alheqîqe) bi Kurdî û Erebî derêxistin.
Dîsan demê li Bexda jî êk bû ji desteka nivîserên kovara (Ronahî-Alnur) ku dîsan bi Kurdî û Erebî derdiket.
Destekî bala hebû dinivîsîna helbest, dîrûk, rojnamevanî û şirovên siyasî û nivîsên xwe piranî bi navê (Lawê Çiya) li kovar û rojnaman belav dikirin.
Ji ber çalakiyên xwe yên roşinbîrî û siyasî gelek cara bi destê dagîrkerên Ereb hate zîndankirin û dûrxistin.
Ji berhemên wî yên berçav pertûkeka helbestan û dîsan pertûka wî ya dîrûkiya binavudeng (Elakirad fî Behdînan) ku li sala 1960 li Mosil çap bûye.
Pertûka Elfîrdews Elmechul ku li sala 1952 nivîsiye hêşta destnivîse û nehatiye çapkirin
Enwer Mayî li destpêka Şurişa Eylulê dibîte Pêşmerge û kadirekê şurşê yê herî çalak û berçav û li sala 1963 di demekî da leşkerê herdû rijêmên dagîrkerên Îraq û Suriyê û bi piştevanî û hemahengiya herdû rijêmên dagîrkerên Tirkî û Îranê hêriş kirne ser Kurdistanê û bi taybet devera Behdînan, Enwer Mayî di wê hêrişê da li nêzîkî gundê Sikirînê li devera Sersinkê bi bombarana firokên dagîrekeran şehîd dibît.[1]