Em ê di vê bernama danasîn de, bi xeleke nû û pirtûkeke nû ya çîrokan rengê edebiyeta gelêrî ya civaka xwe bi we bidin naskirn. Danasîna me ya vê carê jî li ser pirtûka bi navê ''Çîrok bi roj nayên gotin'' ya Zîlan Hemo ye, em ê bi we bidin naskirin. Ev pirtûk ji aliyê weşanên Komîteya Wêje û Şilêrê ve di sala 2019'an de hatiye çapkirin û weşandin.
Zîlan Hemo di sala 1997'an li bajarê Kobaniyê ji dayîk bûye. Ew jî wekî her ciwaneke kurd di nav malbateke asayî de mezin bûye. Ew xemxurê çand û edebiyeta kurdî ye. Ew derçûyê beşê Sînema ya di Akamadeniya Şehîd Yekta Herekol e. Gelek caran çîrokên wê di kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Her wiha hin caran di mehrecanên ku di Rojava de têne birêvebirin, xelat wergirtine. Ew niha bi karê Sînemgeriyê ve mijûl e.
Bi dehan çîrok di berîkên êvaran de veşartî ne. Bi çîroka em mezin bûn û me jiyan nas kir. Di çanda kurdan de çîrok bi mijarên xwe yên cihêreng gelek bandor li binhişên zarok û xwendevanan kiriye. Jixwe berê dibistanên kurdan tunebûn, lê perwerdehiya herî bi bandor di her malekê de, di paşûla dawa her pîrekê de bi çîrokan veşartî bû.
Çîroka gelêrî, vegotina hin bûyerên aşopî ne ku ji aşopa civakê hatiye afirandin. Dema wê kurt e, bi rêkûpêkî û bi zimanekî gelêrî û hêsan ji aliyê çîrokbêjan ve hatiye hûnandin. Mijara wê aşopî ye, lê hinekî rastiya jiyana civakî jî digire nava xwe. Bûyerên wê bi lehengên awarte ve tên girêdan. Di dawiyê de dixwaze şîret û hikmekê pêşkêşî mirov bike.
Çîrok di şevên zivistanê de li ser lêvên çîrokbêjan bi sedan salane ji nifşekî ta nifşekî din û bi vî awayî hetanî îro hatine.
Wekî ku di pêşgotina pirtûkê de diyar e, Zîlan Hemo her şev çîrok ji berîkên bîra pîrka xwe didizîn û di nav rûpelên lênûska xwe de vedişartin. Bi demê re ew çîrok li ser hev kom bûn û heya bû pirtûkeke ku em niha didin naskirine. Bi mebesta ku ev çîrok ji lezeta zimanê bav û dapîran wenda nebin, ev berhem hatiye berhevkirin û erşîvkirin. Dîsa xwedê imrekî dirêj bide kal û dapîran, lê bi demê re ew li vir namînin, lê bi saya berhevkirina vê berhemê ew di bîrdanka me de bimînin.
Her wiha Zîlan di vê pêşgotina pirtûka xwe de dibêje:
'' Min çiqas hewl da wê xweşbûna çîrokê dema pîrka min digot bigihînim we ku hûn jî hinekî jê tam bikin min nikaribû, belkî xwendina van çîrokan jî bi we xweş were lê ez ji we venaşêrim gotinên ji devên pîr û kalên me derdikevin ji hêngivê şîrîntirin û pir ji xwendina van çîrokan xweştirin.''
Di nava vê pirtûkê de 21 çîrokan di nava xwe de dihewîne, çîrokên mîna ''Dad, Masiyê Spî, Qurşê min, Hebhinarkê, Kumsurik, Bego, Serê Mişk, Hesîrok û hwd hene''
Di her çîrokekê de, xweşiyek û tameke xweş ji vê dewlemendiya deşta Sirûcê , veşartî ye. Çiku ev çîrokên bi devoka kobankî ku ji devê Pîrka Zîlanê ya bi navê Fatme hatiye girtin û ji aliyê zîlanê ve hatiye komkirin û berhev kirin. Di wan çîrokan de em rastî eleqadiyeke xweş ya devoka kobankî, çand, urf û adetên kobankî tên. Bêguman di hemû çîrokan de serdestiyeke bi bîr, hiş û çêja kobaniyan, tê de xuya ye.
Dîsa jî nivîskara pirtûkê ev pirs di pirtûka xwe de ji xwendevanan re hîştiye ku tê de dibêje:
''Wan ewqas bar li ser pişta xwe ya xûz heya roja me ya îro anîn, lê ma bar li ku hîşt''.[1]