RAJIN’ê rojnamevan Jiyan Amargî û Arîn Xezal bibîr anî û got, “Em ê heya dawî li ser şopa heqîqeta wan ava kiriye bimeşin û her tim bibin şopdarê rastiyan.”
Navenda Ragihandina Azad a Jin (RAJIN) bi daxuyaniyeke nivîskî rojnamevana çiyayî Jiyan Amargî û Arîn Hezex bibîr anî. RAJIN di daxuyaniyê de di şexsê şopdara heqîqetê Jiyan Amargî de, tevahî şehîdên çapemeniya azad, yên ku di oxira ragihandina rastiya gelekî têkoşînvan û jinên berxwedêr de giyanê xwe fedayî heqîqeta mirovahiyê kirin bibîr anî.
Di daxuyaniya RAJIN’ê de ev tişt hat gotin, “Dewleta Tirk a mêtinger, qirker û faşîst li hemberî gelê Kurd, tevgera azadiyê, pêşeng û jinên şoreşger şerekî topyekûn daye destpêkirin. Bi şerekî qirêj û rêbazên herî kirêt her roj bi berferehkirina eniya vê şerî re dijminahiya xwe li pêş cîhanê radixe ber çavan. Li hemberî şerê qirkirinê, gerîla bi berxwedaneke dîrokî bersivê dide. Hevrêya me Jiyan Amargî, ji bo berxwedana dîrokî ya ku di pêşengiya gerîlayên YJA-Starê de li Zap, Avaşîn, Metîna û Botanê tê meşandin, ji tevahî jinên cîhanê û mirovahiyê re ragihîne weke şoreşger û dilsoza azadiyê tê koşiya. Rêwîtiya rojnamevan û evîndara çiyayên Kurdistanê Jiyan Amargî, ji çiyayê Garê dest pê kir. Li Zagrosan heta Metîna, Haftenîn û Botanê wekî hinaseyekî jiyana azad darivîne hinavên xwe, li peyî heqîqeta gerîlayên Serdemê baz da. Di oxira naskirina serpêhatiyên wan de bû yek ji têkoşera jin a rêya azadiyê.”
‘WEKE NÛÇEGIHANEKE RAGIHANDINA ŞERÊ GERÎLA LI SER XETA ÇAPEMENIYA AZAD TÊ KOŞIYA’
RAJIN’ê diyar kir ku rojnamevan û têkoşer Jiyan Amara di şert û mercên herî dijwar yên têkoşînê de, xebatên çapemeniyê dan meşandin û wiha dewam kir, “Ji her kêliya gerîla re, ji şer û têkoşîna wan re şahidî kir. Weke nûçegîhaneke ragihandina şerê gerîla li ser xeta çapemeniya azad têkoşiya. Bi felsefeya jiyana azad, bi heskirin û mereqa xwe serpêhatiya gerîlayan nivîsand. Ragihandina berxwedan û têkoşîna bêhempa ya gerîlayan ji bo xwe weke erkekî dîrokî dît. Bi wê zanebûnê carekî din îspat kir ku rastiya xeta çapemeniya azad a jinên Kurd dikare li ser hîmê pîvanên bilindkirina rihê şoreşgerî werê pêşxistin.
‘JI BO SERPÊHATIYA HER GERÎLAYEKE JIN JI DÎROKÊ RE BIHÊLE KEDEKÎ MEZIN DA’
Şopdara heqîqetê hevrêya me Jiyan, bi fedekariyekî mezin, bi heskirin û kedekî bêhempa haft salan cîhê xwe di xebatên çapemeniya hêzên parastinê de girt. Bi meraq, lêgerîn û evîneke mezin xebatê çapemeniyê meşand. Ji bo xwe di xeta Gurbetan de ava bike û pêşbixîne her tim bû xwedî lêgerîn û di zanîna rastî û ragihandina wan de bi îsrar bû. Ji ber ku rastiya her jineke şoreşger ji xwe re kir çavkaniya moral û evîna jiyana çiyayî. Ji bo rastî û serpêhatiya her gerîlayeke jin ji dîrokê re bihêle kedekî mezin da. Hevrêya me Jiyan weke nûçegîhana şer, çiya bi çiya, çeper bi çeper geriya. Ji bo rastiya şerê qirkir yê li ser hebûna gelê xwe tê meşandin di tariyê de nemîne, ji bo fedekarî, qehremanî û berxwedana dîrokî ya gerîla li hemberî faşîzma dewleta Tirk pêşdixîne derxê ronahiyê di eniyên herî pêş yên tekoşînê de cîh girt. Wekî Gurbeteliyan, Denîzan, Dilovanan, Arhatan, Hindîstanan, Alî û Xelîl Daxan di eniyên şer de rojnamevantî kir û rastiya gerîla di dil û mêjiyê de xwe hîs kir û da jiyan kirin.
‘EM Ê LI SER ŞOPA HEQÎQETA WAN AVAKIRIYE BIMEŞIN’
Em wekî ragihandina azad ya jin RAJIN careke din şopdara heqîqetê û dilsoza xeta çepemeniya azad hevrêya me Jiyan Amargî bi rêz û hezkirin bi bîr tînin. Soza me daye şehîdên çapemeniya azad ku em ê heya dawî li ser şopa heqîqeta wan ava kiriye bimeşin û her tim bibin şopdarê rastiyan. Em dibêjin wê hevrêyên Jiyan Amargî di lêgerîna rastiyan de kamereya wê bidin heqîqeta jiyana azad û bi pênûsa wê jiyan, têkoşîn û serpêhatiyên gerîla binivisînin.”[1]