Şêx Fehed El Şelaş diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê piştgiriya QSD'ê dikin û bang li civata navneteweyî kir ku helwesteke tund li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk dagirker ên li ser gelên herêmê nîşan bide.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov ên biçek, topbarana bêserûber li ser malên welatiyan û komkujiyên li dijî wan, zêde kirine.
Der barê mijarê de yek ji şêxên eşîra Benî Seîd a bajarê Minbicê Şêx Fehed El Şelaş wiha got: Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de balafirên bêmirov û biçek bi kar anîn, ji ber ku nekarî planên xwe pêk bîne.
El Şelaş anî ziman ku êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî exlaq û nirxên mirovî ne û hemû sînor derbas kirine û got: Bi balafirên bêmirov welatiyan dike hedef û zarokên bêguneh bombebaran dikin. Komkujiya ku li Til Rifetê pêk anî jî, baştirîn delîla zîhniyeta wê ya reş e.
Artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Tebaxa derbasbûyî de li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê komkujiyek pêk anîbû.
Şêx Fehed bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bîne. El Şelal destnîşan kir ku ji sala 2019'an ve piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, dewleta Tirk erêkirin ji welatên garantorên peymana agirbestê li herêmê, wergirtiye.
‘SÛCÊN WÊ EŞKERE BÛNE’
El Şelaş diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmê têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, valakirina wê ji gelê wê, berfirehkirina dagirkeriya xwe û bidestxistina destkeftiyên nû ye.
El Şelaş diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst li herêmê şerê taybet dimeşîne ji ber ku ew ber bi hilbijartinan ve diçe û ji bo serkeftina di van hilbijartinan de wê her tiştî bike. El Şelaş got: Em dizanin ku ev serkeftin dê pêk neyê, ji ber ku sûcên wê ji tevahiya cîhanê re eşkere bûne.
El Şelaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: Em şêx û rûspiyên eşîrên Minbic û gundewarên wê, vî sûcî qebûl nakin û ji bo parastina xaka xwe, zarokên xwe û gelê xwe, em ê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk. Em nahêlin ku dewleta Tirk a dagirker dagirkeriya xwe li herêmên me yên ku bi saya xwîna zarokên me yên şehîd hatine rizgarkirin, berfireh bike.
[1]