Mehmet Akdogan bi romana xwe ya yekem Bayê Cîlo re ji aliyê romanhezên kurdî ve gelek hatibû hezkirin. Piştî sê salên din Mehmet Akdogan vê carê bi romana xwe ya duyem Dengê Zê re derket hember xwendevanên kurdî. Dengê Zê li Amedê ji aliyê Weşanên Payîzê ve hat çapkirin.
Dengê Zê, romaneke 330 rûpel e û edîtoriya wê Mehmet Çakmak kiriye. Dem salên nodî ye. Cih jî bajarê Colemêrg û Geverê ye. Taybetiya nivîskar Mehmet Akdogan ya sereke ew e ku mijarên romanên xwe ji qewimînan digire. Hema hema hemû çîrokên ku dihûne bi rengekî li Kurdistanê hatine jiyîn. Di her du romanên Mehmet Akdogan de em li rastî heman taybetiyê tên. Ji ber ku nivîskar bi xwe jî ji wê herêmê ye di romanê de şayesandineke erdnîgariyê ya bêhempa li ber çavê xwendevanan berze dibe. Çiya, newal, çem, dol, bajar, gund, yek bi yek li ber çavê me zindî dibin bi pênûsa Mehmet Akdogan.
Romana Dengê Zê navê xwe ji Çemê Zapê digire. Li herêmê ji Çemê Zapê re Çemê Zê tê gotin. Gava mirov xwe bi pêlên romanê de berdide, ji serî heta dawiyê Çemê Zê ahenga xwe winda nake. Roman bi bûyer û şayesandinê têra xwe herikbar e û xwe dispêre herikbariya Çemê Zê. Mehmet Akdogan di romana xwe de ji bo Çemê Zê pênaseyeke wisa dike: “Dinya germ dibû, lê hê Çemê Zê hêza xwe ji berfa li ser çiyayên wî bajarî digirt. Pêlên ava Zê hê têra xwe deng derdixist û gur bûn. Heya ji çem û newala Zê dûr nediket ew bernedidan. Min dereng zanîbû lê navê xwe ji zayînê digirt. Ew herêma zayînê bû. Nexwe zayîn li vê heremê bû. Ji ber hindê herêmeke bi nihênî bû.”
Romana Dengê Zê, ji devê zarokekî tê vegotin. Mistefa ji gundê xwe ji bo xwendina medreseyê diçe bajarê Colemêrgê, bi vegotina Mehmet Akdogan bajarê kend û kortan, ji aliyekî ve ji ber ku ji gundê xwe dûr ketiye gelek xerîbî dikişîne û ji aliyekî ve jî bi tirsên xwe re rû bi rû dimîne. Pêkutî, zordestî, cinayetên faîlên nediyar yên ji aliyê dewletê ve bi destê hizbullahê ve pêk tên roj bi roj di romanê de zêdetir dibin. Di romanê de ji ber bûyerên giran ku li ber çavê mirov carekî din zindî dibin, gelek xembarî dide. Lê gava li hember van bûyeran geşbûna têkoşîna gelê kurd jî berze dibe, hêvî û şahiyeke nû bi mirov re peyda dibe. Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Akdogan di romanên xwe de cih dide karakterên jinê ku ev karakter rewşa hemû bûyeran diguherînin. Di romana Bayê Cîlo de karakterên Gulê û Saryayê veguherînên mezin pêk anîbûn. Di romana Dengê Zê de jî vê carê em leqayî Sebrê tên. Dîsa di romanê de her çi qas vekirî neyê dîtin jî diya Mistefa ji gelek aliyan ve roleke mezin dilîze. Mehmet Akdogan li gel zimanê xwe yê herikbar ku ew dibêje min havênê romanê ji diya xwe wergirtiye, vê carê romana xwe bi tevneke din dihûne. Heta beşa dawî roman di ritmekê de diherike lê gava em beşa dawî dixwînin her tiştên ku em dizanin serobin dibin. Ji hêlekê ve zimanekî herikbar, şayesandinên xurt, çîrokên rasteqîn û ji hêla din ve jî metafor û sembolên cihêreng seranser mohra xwe li romanê daye.
Dengê Zê, bi şev û roj şahê newala xwe bû, hîn jî wisa ye…[1]