Çalakiya konvedanê ya şêniyên herêma #Cizîr#ê ya li ber Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li #Qamişlo#yê, di roja 23'yan de dewam dike. Beşdaran soza piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî da.
Hêzên Parastina Civakî-Jin bi hevkariya Kongra Star ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bi banga girtina qada hewayî, 12`ê Tebaxa derbasbûyî çalakiya konvedanê li ber Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê da destpêkirin.
Konê çalakiyê bi alên Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Kongra Star hatiye xemilandin. Her wiha wêneyên zarokên ku di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne û pankartên “Na ji dagirkeriyê re” û “Şehîd namirin” hatine daliqandin.
Di roja 23`yan de, endamên HPC`ê yên navçeya #Dirbêsiyê# û bi dehan şêniyên Qamişloyê herikîn bin konê çalakiyê.
Endama HPC'ê ya navçeya Dirbêsiyê Reca Mihemed axivî û got: “Dewleta Tirk rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd dike. Lê em ê heyanî dawiyê li ber xwe bidin. Em wan êrişên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk rojane jin û zarokên me dike hedef, armanca dewleta Tirk nûkirina Împaratoriya Osmanî û zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê ye. Neteweyên Yekbûyî û dewletên cîhanê ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, piştgiriyê didin dewleta Tirk. Em ê jî li ber xwe bidin û piştgiriya şervanên xwe bikin.
Endamê HPC'ê ya navçeya Dirbêsiyê Îmad Biro jî got: “Divê gelê Kurd bi rûmet bijî. Dewleta Tirk a dagirker ku endama NATO'yê ye, êdî aboriya wê bi bin ketiye, ji ber vê yekê jî rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lê em ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî bersiva dagirkeriyê bidin û li ber xwe bidin.”
[1]