Ji ber qonaxa ku herêmên #Bakur û Rojhilatê Sûriyê# û #Şehba# ku di encama êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker de tê re derbas dibin û li ser esasê pêwîstiyên şerê gel ê şoreşgerî, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li dewreyên perwerdeya destwerdana lezgîn dibin.
Di çarçoveya pêwîstiyên şerê gel ê şoreşgerî de, li hember êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve amadekariyên mezin tên kirin.
Piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadebûna xwe ji bo perwerdekirina welatiyan di warê hemşîretî û destwerdana lezgîn de ragihand û li hember her rewşeke awarte, Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevahengiya Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî ya Saziya Civaka Sivîl, beriya niha bi 2 mehan dest bi vekirina dewreyên perwerdeyê yên destwerdana lezgîn ji bo endamên saziyên sivîl û şêniyên her du taxan kir.
Dewre, 7 rojan e û di her rojekê de 2 saet perwerde heye. Endamên Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, komîn û saziyên sivîl tev lê bûn.
Îro li dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, dewreya perwerdeyê ya nehemîn a destwerdana lezgîn ji mamosteyên jin û mêr re hate vekirin.
Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Neşat Zîbar destnîşan kir ku 8 dewreyên perwerdeyê ji bo endamên saziyên sivîl, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan di du mehên borî de, bi dawî bûn.
Zîbar her wiha got: Me gelek dewreyên hişyarkirina tenduristiyê ji saziyên sivîl re li dar xistin. Di wan de şênî li ser destwerdana lezgîn tên perwerdekirin. Da ku di rewşên awarte de amade bin û jiyana sivîlan xilas bikin.
Zîbar amaje bi wê yekê jî kir ku hin xwendekar hene di warê zanyariyên bijîşkî de xwediyê asteke baş a zanistî ne û ew hewl didin di komîteyên tenduristiyê de yên di nava komînan de ji wan sûd werbigirin.
Rêveberê Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî ya girêdayî Saziyên Civaka Sivîl, Mihemed Silêman tekez kir ku armanca wan ji vekirina dewreyan, perwerdekirina civakê di aliyê tenduristî de û wiha got: Erkê hemû endamên civakê ye ku di aliyê tenduristî de perwerdeyan bibînin, nemaze di vê dema ku em tê de ne, şer û êrişan hene.
Mamoste Fatma jî ya ku tev li dewreya perwerdeyê bûye wiha got: Perwerdeya destwerdana lezgîn ji bo mamosteyan gavek girîng e. Ez spasiya Meclisa Tenduristiyê û Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî dikim ku civakê di aliyê tenduristiyê de zana dike û bi pêş dixe.
(hs)
ANHA
[1]