Cemil Oguz
cemilo@diyarname.com
Dadgeh, Rojnamegerî, Dêrik
Werin, bi ser qezayên li Dêrik û li ser rêya Entab-Nizîbê re em hinek li rewşa rojnamegeriyê binêrin.
Pêşî agahî:
20.08.2022'yan li du bajarên kurdan du qezayên trafîkê çêbûn.
Ji van a yekem; Li ser rêya Entab-Nizîbê qezaya trafîkê çêbû û 16 kes mirin.
Ya duyem jî heman rojê li Dêrikê çêbû û 21 kesî canê xwe ji dest da. TIR'ên ku li Dêrikê bûn sedema qezayê aîdê Cengîz Holdîngê bûn. Û niha (roja 22.08.2022) dadgehê biryara qedexeya weşandina nûçeyan ên li ser qezaya Dêrikê da.
Vê carê pêşî dinya:
Li dinyayê nûçeyên li ser qezayan her mijarên bingehîn ên rojnamegerî ne. Û li van welatên pêşketî qezaya herî biçûk jî dibe manşeta rojnameyan. Li van welatên pêşketî, ger di qezayeke trafîkê de ne 10 - 20 an 30 kes miribin, tenê kesekî/e miribe jî bi rojan ew manşet e.
Di qezayê de ji sûcê ajokar bigire heta erebeyên ku aîdê kî-kîjan kompanî ne dibin mijara nûçeyan. Dîsa saziya Rêyên Bejayî (Ger li rêyên hesinî, hewayî yan behrê be jî be bi vî awayî) yê welat digirin bin lêpirsîn, lêkolîn û rexneyan. Ji ber ku kesek miriye.
Lê li welatên paş de mayî? Mesela li Tirkiyeyê?
Meseleya me jî ev e jixwe. Qeza li du cihan bûye, li ser qezaya Entab-Nizîbê tu biryar nîn e, lê dadgehê li ser qezaya li Dêrikê biryara qedexeyê daye. Dadgehê li ser vê qezayê weşandina nûçeyan qedexe kir.
Dadgeha Sulh Ceza ya Dêrikê wekî sedem Tenduristiya civakê, ewlehiya neteweyî, sazkirina pergala raya giştî, ewlehiya raya giştî û pêşîlêgirtina sûcê biryara weşandina nûçeyan da.
Dadgehê got ku di çapemeniya nivîskî, dîtbarî û înternetê de, di tora civakî de her cure nûçe, hevpeyvîn, rexne û weşanên bi vî rengî qedexe ne.
Pirs ev in:
- Li ser rêya Entab-Nizîbê qeza çêbûye 16 kes mirine biryara qedexeyê nehatiye girtin, lê ji bo qezaya li Dêrikê hatiye girtin, çima?
- Dadgehê gelek sedem nîşan dane. Nûçeyeke li ser qezayê bê çêkirin dê çawa bikaribe ewlehiya civakê xira bike?
- Mesela, çi eleqe heye ku dadgeh meseleya pêşîlêgirtina sûcê wekî sedem nîşan dide. Kîjan weşan nûçeyeke li ser qezayê çêbike dê bibe sedema vê yekê?
- Di gelek rewşan de dadgeh biryarên wisa digirin. Bi vî awayî dê rojnameger çawa bikaribin karê xwe bikin?
- Rojnamegerên ku ji bo berjewendiyên civakê pirsan dipirsin û nûçeyan çêdikin dê çawa bikin, dê li benda biryara dadgehan bin? Yan ewê ber xwe bidin?
- Mesela li welatekî Ewropayê qezayeke wisa çêbibe, dadgehek dikare biryareke wisa bigire? Û li welatekî Ewropayê dadgeh biryareke wisa bide dê rojnameger çawa bikin?
- Ger rojnamegerî li ser qezayê jî nikaribe nûçeyeke çêbike dê li ser çi bikaribe çêbike?
Nizanim hewce dike em pirsan zêde bikin? Yan jî, pirsên ku min nekirine hûn bikin...
**
[1]