Bi siwarbûna taksiyê re me cihê em biçinê ji şofêr got. Camêr yekser pê li gazê kir û ket rê.
Rêya me kurt bû lê şofêr xwe ranegirt û diviyabû bi me re dîwan bigeranda.
Hinga wî fêm kir ku ez û hevalê xwe kurd in, axînek anî xwe. Bi dengekî nizim got: “Ez nizanim çi bi me hat. Berê cudahî di navnera me de nebû û em hemû yek bûn”.
Ez û hevalê xwe li paş şofêr rûniştibûn. Carekî jî berê xwe nezîvirand û li ser milê xwe re li me nemeyzand.
Hakimê dîreksiyona xwe bû. Berê wî li cadeyê bû û şitexaliya xwe didomand.
Got ku wekî îro tê bîra wî, dema ew zarok bû, jineke kurd di mala wan de hem dayîn û hem jî xizmetkara malê bû. Wê dayînê birayê wî yê biçûk wekî kurê xwe xwedî kir. Wan tu caran cudahî nekirin navbera xwe û wê dayînê. Li gor digot, baweriya dayika wî ji xwişk û mirovên xwe bêhtir bi wê dayînê dihat.
Şofêrê me yê ku diyar bû rêyên Stenbol wekî kefa destê xwe dizane, kesereke din anî bîra xwe. Behsa wextê bavê wî xanî çêkir û jêhatîbûna karkerên kurd ên înşaeta wan kir. Digot heke ne ew karkerên kurd bûna, wê meh û sal jî derbas bibûna, heta hinekê dî bikariya çêkirina xênî biqedînin.
Şofêrê me yê bi temen, piştre jî behsa hemalekî kurd ê herdem bapîrê wî barên xwe bi wî didan kişandin kir. Li gor gotinên wî ew hemalê kurd di taxê de hemalê herî bi quwet bû. Bapîrê wî jî tu caran nedigot ev hemal kurd e û barê xwe sirf dida wî.
Hema bêje em êdî gihabûn cihê em biçinê. Min hew dît careke dî jî keser anî xwe. Dîsa bêyî li eynê yan jî li ser milê xwe re li me binêre, bi dengekî kurt got: “Ez nizanim çi ji me hat. Berê cudahî di navnera me de nebû û em hemû yek bûn”.
Bi rawestana taksiyê re, hevalê min got: “Erê, kirasê xulamiyê û hemaliyê êdî li me teng e…”
Bi wê gotinê re şofêr bi reflekseke wekî biveciniqe di cîh de, di eynikê re li me nêrî. Me heqê rê da, deriyê erebê vekir û em derketin.
[1]