Gava mirov ji derve li şoreşa Rojava dimeyîzîne, dinêre ku statoyeke ku bê bikare di çavên dunyayê de bibe mînak derxist holê. Çi ji aliyê leşkerî, siyayasî, civakî û perwerdehiyê de gelek pêşketinên girîng pê ku mirov serê xwe di nava rûyê dunyayê de rabike çêbûn. Niha jî em dibînin ku li rojava zarok berê xwe didin dibistanan û di destê wan de pênûs, lênûs û pitûk in. Hêvî di rûyê wan zarok de heye, hêviya jiyanê, hêviya azadiyê, hêviya pêşerojê. Ew zarok dibin hêvî. Çima
Niha heke ku mirov li paşeroja xwe vegere, dibîne ku sîstemeke di bin serweriya dewletê de hatiye meşandin, zarok ji mafê xwe yê perwerdehî û jiyanê bê par mane. Lê roja îro em dibînin, dibin hêvî ji ber ku ji wê zext û zora ku ji mafê perwerdehiyê hatibûn pê par kirin, xelas bûn. Her sal, saleke pir cuda ye, cuda ye ku sîstema her demê bi zimanê dayîkê xwe nû dike, yanî em dikarin bêjin ku cara yekemîn û gavekî nû ye ku sîstema perwerdeya civaka Demokratîk di fedrasyona bakur û rohilatê sûriyayê de dibe avantacekî herî xurt di rûyê dunyayê de. Dema ku mirov dakeve nava civakê û di hundir dibistanên Rojava de yeko yeko bigere dê di çavên wan zarokan de bibîne ku bi awayekî rast û durist cihê xwe girtiye. Zarok di kolalan re dimeşin bi sirûda Ey Reqîb berê xwe didin dibibistan, zarok bi peyva Rojbaş ji xewê şiyar dibin, Zarok bi helbestên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî vedigerin malên xwe.
Tiştekî din heye ku divê tu carî ji bala mirov neçe ew jî berxwedaniya ku bi saya YP'ê û YPJ'ê di Rojava de tê meşandin, ew jî mînakên vê sedsalê ne ku zarokên rojava bi AZADÎ fêrî zimanê dayîkê dibine. Roja îro jî Zarokên Rojava bi şer re mezin dibin, şer jî bûye parçeyek ji jiyana zarokan û bêyî wê nikarin jiyan bikin. Ev jî rastiya civaka kurd e ku îro di vê rewşê de dijîn. Zarokên Rojava sal bi sal bi pêşketin û zihniyetekî nû, ne wekî kurdê berê roj bi roj mezin dibine. Ji bo zarokên kurd ev şansekî bi rûmete ku bi zimanê dayîka xwe mezin dibin.
[1]