H. Kovan Baqî
Piştî şoqeke bêwext, wek edîtorê “#Perde#”ya Cîhan Roj û “#Gerîneka Guernîcayê#” ya #Yildiz Çakar#, ez xwe mecbûr hîs dikim ku nêrînên xwe derheqê herdu romanan de bi qutûtî eşkere bikim.
Ji ber ku ne tenê ez edîtorê herdu romanan im, di heman wextê de herdu nivîskar jî dostên min in û li cem min bi qedir û qîmet in. Dixwazim bêjim ez bi tu awayî tevî nêrîn û dahkên Cîhan Roj nabim, ku derheqê şibandina Gerîneka Guernîcayê û Perde’yê de kiriye. Ji ber çi û çima hewce dîtiye ku vê dahkê bike û li ser Yildiz Çakar ferz bike ku dema wê romana xwe nivîsîye feyza xwe ji Perde’yê wergirtiye?
Heger tiştekî wilo hebûya, di dema edîtoriyê de (ku sê mehan domand) ev yek ne mumkûn e ku min nedîta. Berevajî vê yekê, çi cara ez li ser qompîturê rûdiniştim û min dest bi edîtoriya Gerîneka Guernîcayê dikir, tim û dayim “Polêsê sêyemîn” a Flan O’Brîan û “Bûmê Kor” a sadik Hîdayet di bîra min de biruh dibûn. Lewra Gerîneka Guernîcayê jî wekî van herdu romanan li dijî honakê derketiye, zemanekî heterotopîk afirandiye, welew zeman ji holê rakiriye, mekan ne sabît e, lewra mîsyonek mekan nîn e û ewlehî pê nabe, tenê carcaran wek dekor hatiye bikaranîn.
Yanê hevrûkirina Perde’yê û Gerîneka Guernîcayê, bi serê xwe neheqiyeke mezin e. Lewra bi gotin û şêwaz û dengê xwe du roman û du dinyayên dijberî hev in. Çima? Lewra Perde, romaneke bi honak e, romana dinyaya derve ye, xwediyê zimanekî rasteqîn û bixweewle ye. Lê Gerîneka Guernîcayê, romana bin hiş e, romana cîhana hundir e û bi serê xwe fişargo(sanrı) ye. Gotin nîn e, bûyer nîn e, mekan nîn e, tu tişt nîn e; yanê romana sî’yê ye. Him hemû bûyer û qewmînan di nava xwe de dihewîne him tiştekî nahewîne. Heta çîrokeke wê jî nîn e. Lewra hew gerîneka fişargoyekê ye. Bes Perde romana rojê ye. Her tişt bi roj diqewimin. Axir di Perde’yê de mekan û bûyer pirr muhîm in, lê di Gerîneka Guernîcayê de dijberê vê yekê rast e.
Yanê meriv rabe van herdu romanan rûberî hev bike, meriv neheqiyeke mezin li herdu romanan jî dike. Û li gor min Cîhan Roj bi vê kirina xwe, him neheqiyeke mezin li romana xwe û him li romana Yildiz Çakar kiriye.
Ji vir û şûnde dora axaftinê ya xwendevanan e.
[1]