Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,066
Wêne
  123,239
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,348
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
20 saliya nivîskariyê: Min şîpa xwe danî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
20 saliya nivîskariyê: Min şîpa xwe danî
Kurtelêkolîn

20 saliya nivîskariyê: Min şîpa xwe danî
Kurtelêkolîn

Cemil Oguz
Piştî derketina pirtûka yekemîn 20 sal derbas bûne. Tam 20 sal, ji 5’an yekê sedsalê û di van 20 salan de nêzî 20 pirtûkan… Em qala nivîskar #Omer Dilsoz# dikin. Ew dibêje, “Ez dibêjim qey bi qasî kîso be jî min rêkek, şopek li dû xwe hiştiye, rengek edebiyatê hatiye pêş. Ev ji bo min cihê dilxweşiyê ye. Ev jî dibe sebeb ez dewam bikim.”
Ji 2002’yan heta 22’yah 20 pirtûk
Omer Dilsoz, di sala 1978'an de li gundê Gûzereşa ya bi ser Culemêrgê ve ye hatiye dinê. Heta niha ji Azadiya Welat heta niha, di rojnameyê kurdî de, di kovarên kurdî de nivîsên wî derketine. Ev demek dirêj e di Diyarnameyê de jî qunciknivîskarî dike. Pirtûka wî ya yekemîn di payîza 2022’yan de bi navê “Hêviyên Birîndar” ji Weşanxaneya Aramê derketiye. Bi awayekî fermî bû 20 sal pirtûkên wî çap dikin û Weşanxaneya Peywendê ji bo 20 saliya nivîskariya Omer Dilsoz 8 pirtûkên wî yên bi hev re çap kirin û yên kevn jî li ber çapê ne.
Ji bo vê 20 salî û her wiha derketina pirtûkên wî yên nû me bi Dilsoz re xeber da. Em dixwazin ji bo me qala 20 salan bike, dibêje, “20 sal emrek e. Kitêbek Robin Sharma bi navê ‘Unvansi Lîderler’ heye, dibêje ‘ji bo mahîrbûna tiştek 10 sal lazim in. Mesela tu xwe aîdî bajêrek hîs bikî, piştî 10 salan êdî tu xwe wir hîs dikî, wekî mala xwe dibînî. Ji bo kar û bar, ji bo pisporî jî 10 sal dane’. Dema mirova benda 10’ê derbas kir, mirov dibe malxweyê wî karî. Ev tespîk bala min kişand. Ji bo nivîskarî jî heta 10 salî mirov amator e, ji wir pêde dibe, bi rastî bikaribe wê bendê derbas bike mirov derbasî qonaxek din dibe, êdî qonaxa afirandinê, dahênanê ye. Dema ez li edebiya xwe dinêrim, 20 sal ez wekî malê de di nava malê de dibînim. Wekî hest ez xwe bisteh (dingin) dibînîm”…
Rengê edebiyatê hatiyi pêş
Dilsoz qala dezavantajên kurdî jî dike û dûre van lê zêde dike, “Em bin sifrê re bi dejzavantajan em didomînin. Di nava 20 salan de hindik be jî, rêjeya xwendevanên kurdî diyar e. Ez dibêm qey bêjingek heye, hinek li ser dimînin, hinek têde diçin xwarê. Ev tiştek normal e. Ez xwe, edebiyata xwe bi sebir, hêdî hêdî, dibêjim di nava 20 salan de min şîpa xwe bernedaye. Hêdî be jî, ez dibêjim qey bi xasî kîso be jî min rêkek, şopek li dû xwe hiştiye, rengek edebiyatê hatiye pêş. Ev ji bo min cihê dilxweşiyê ye. Ev jî dibe sebeb ez dewam bikim.”
‘Ez qunciknivîskarî bi qasî kitêbê girîng dibînim’
Nivîskar Omer Dilsoz ji bo kovaran jî dinivîse û di Diyarnameyê de qunciknivîskariya xwe didomîne. Li ser vî aliyhe xwe jî van lê zêde dike, “Heta 10 salan mirov kela xwe dirêje, tecrubeyên jiyanê çêdibin, xwendin, heyecan û kel… Piştî 10 salî êdî huner e. Mirov ê dewam bike, tiştin lê zêde dibin. Ez jiyanê, pirrengî dibînim, qunciknivîskarî heyecanek din e. Divê der barê spor, magazîn, der barê tiştên aktuel, siyaset, siyaseta rojane û ramanî de divê gotineke me jî hebe. Meseleya qunciknivîskarî, van karan jî bi qasî kitêbek girîng dibînim. Divê nivîskar xwe jê dûr negirin. Projeya romanê tiştek din e, tu tiştên xwe didî hev, kom dikî, karek berfireh e. Lê ev tiştek din e. Der barê astrolojiyê de divê tu nivîsekî binivîsî. Ev jî tiştek baş e. Em şahidiya demê dikin, tiştên em dinivîsin ji bo tarîxê dimîne. Nivîs mirov vejîn dike. Dema mirov navberê dide, mirov sar dibe, mirov nikare binivîse êdî, gelek mirov zêde navberê nedê.”
“Ez dixwwazim li dor tenûrekê qirş û qalên xwe kom bikin”
Ji serî de pirtûkên Omer Dilsoz li weşanxaneyên cur bi cur derketine. Herî dawî pirtûkên wî ji Weşanxaneya Lîs derketin. Niha yên nû ji Peywendê bi hev re derketin û yên kevn jî hin niha, hin jê jî dê paşê derê. Li ser cih guhartin, yan jî derketina pirtûka li Peywendê wisa dibêje, “Mebesta min, heta niha ev bîst sal in ez bi awayekî banekî mîna koçeran her carê li qonaxekê, li war û zozana weşanxaneyekê karê xwe yê nivîsê dikim, êdî ez dibêjim, wext e gawestîyayî bûbim û li banekiyê bême gundekî. Nîşana gundewariyê ya ewil, mirov kuçik û tenûrekê ji xwe re datîne. Ez jî dixwazim li dora tenûrekê qirş û qalên xwe kom bikim û tifika xwe hil bikim. Deh salên ewil, koçerî û kelecana bêpayan, piştî bîst salên vê keftûleftê bezebez diqede, nijintin dest pê dike. Êdî dema serîgirtina lodê ye. “
Peywendê 8 pirtûkên wî yên nû çap kirin
Weşanxaneya Peywendê 8 pirtûkên nû yên Omer Dilsoz bi etîketa “20 saliya nivîskariya Omer Dilsoz” bi hev re çap kirin. Em dixwazin Dilsoz li ser van jî çend tiştan bêje, ew van lê zêde dike, “Ev 8 kitêbên nû, cure cure ne. Sê ji wan roman in, lê heman wext ev roman di esasê xwe de mînanî sêyîneyekê ne; bi mijar û kontekstên xwe li ser şîpekê ne. Ceribandinên dî, heçî şano ye, heçî helbest e, heçî ceribandin e.. her yek ji wan xweserî xwe ye û di warê xwe de nayab e.”
Ev in pirtûkên Dilsoz ên nû
Bi kurtahî pirtûkên Omer Dilsoz ên ku niha ji Peywendê derketine û bi kurtahî naveroka wan bi vî rengî ye:
- Kanûnkuj / Çapa 1 / Peywend / Wan / Bîranîn / 90 rûpel
Mijar: Bîranînek ji zivistanên çetin, bi çîrokên xelek xelek tê xemilandin. Rastî û xeyal qasî sî û rastiyê nêzî hev lê heman wext jî dûrî hev..
- Işik / Çapa 1 / Peywend / Wan / Novel / 53 rûpel
Mijar: Çirûskên ronahîyê dipekin nav rûpelan û jê çemek bi şerbetî yê peyvan çêdibe. Ceribandineke bi lewnê pexşan helbestî..
- Morîbeşkê Êntel / Çapa 1 / Peywend / Wan / Şano / 56 rûpel
Mijar: Moriyekî îdealîst, ji palehiyê aciz e û dixwaze dinyaya derve nas bike. Bi hunera şanoyê çîrokeke nas û heta bêje dilkeser.
- Şair Dibê / Çapa 1 / Peywend / Wan / Helbest / 298 rûpel
Mijar: Helbesteke dirêj, qasî sîbereke ketî pêş bejn û bala xwediyê xwe. Vebêjiyeke bi helbestî û çend dem û wextên ji zemanê eşqê hatine veqetandin. Me hemûyan carina pistîniyên di ber nihwêrandinê re, mîna gazîyekê ji xwe re veqetandine.. aha, ev ew deng û hisên nepenî ne.
- Siwar û Peyar / Çapa 1 / Peywend / Wan / Roman / 257 rûpel
Mijar: Ev roman wextan ji zemanî hildide û di navbera rêwîyeke berdewam de, bêhnvedanên bo duh û îro; bo îro û wextên berpenî, zemanê metafîzîk hildide dest. Qasî hemû rastiyan rast, qasî hemû xeyalan jî mimkûn e. Du celeb mirov hene; heçî siwar heçî peyar..
- Li Dû Bihuşta Berze / Çapa 1 / Peywend / Wan / Roman / 249 rûpel
Mijar: Profesorê me li dû sirên govenda Sofî Omer berê xwe dide welatê navçiya. Di paşxaneya vê romanê de binehişê civakî, mîtolojî, dastan, xeyal, rastî di nav hev de tên raberî mirov.
- Serpêhatiyên Mîro û Simore / Çapa 1 /Peywend / Wan / Roman /81 rûpel
Mijar: Mîroyê pir mereqdar, rojekê sêvekê gez dike û êdî bi zimanê ajelan serwext dibe. Ceribandineke nû di vê zincîreçîrokê de heye.
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Çapa 1 / Peywend / Wan / Roman /251 rûpel
Mijar: Şeveke dirêj, li welatekî dûr; komek kurd. Kurd diçin kê derê çiyayên xwe; xem û barên jiyana xwe jî didin gel xwe û dibin wirê. Lê wer binêre, ev şevbihêrka xweş bi rastiya berbangê re serobin dibe.
Pirtûkên wî yên çapa nû
Li aliyê din Peywend hin pirtûkên Omer Dilsoz yên berê derketine jî bi çapa nû digihîne ber destên xwendevanan. Ew jî ev in:
- Gûzereş/Derza l’Parsûyê / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman / 246 rûpel
- Bêhna Axê / Çapa Nû 2022 /Peywend / Wan / Roman / 219 rûpel
- Neynika Dilî / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman /213 rûpel
- Berbiska Zer / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman /274 rûpel
- Hevrazên Çiyan / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman / 227 rûpel
- Ez û Min / Çapa Nû 2022 / Peywend / Wan / Roman / 80 rûpel
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,360 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://diyarname.com/
Faylên peywendîdar: 2
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-08-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Bîografî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,360 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.266 çirke!