Mahmût Altintaş / MA / #AMED#
Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê, “Çend Kêlî ji Zindanê” piştî 14 salan ji Weşanxanêya #J&J#’yê derket. Nivîskar Qazî ku bîranînên xwe yên 15 salên di girtîgehê de wekî pirtûk kom kiribûn, ji ber derfetan encax karî piştî 14 salan wekî pirtûk çap bike.
Polîtîkayên dewletê yên bişaftinê yên li ser ziman, çand û hunera kurdan bi salan e bênavber didome. Ji ber polîtikayên dewletê gelek nivîskar, siyasetmedar û kurdên ku li hemberî polîtikayên dewletê derketine di girtîgehan de ne. Nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Adil Qazî jî yek ji wan e. Nivîskar Adil Qazî di sala 1993’an de ji ber xebatên xwe yên siyasî li Swedê tê girtin û li wir radestî Tirkiyeyê tê kirin. Qazî 15 salan di girtîgehê de ragirtî dimîne û di sala 2008’an de jî tê berdan. Qazî, girtîgehê wekî cihekî akademî penase dike û dibêje, ‘Min di nav çar diwaran de xwe nas kir.’
Qazî, di girtîgehê de bîranînên xwe yên girtîgehê wekî roj nivîsk di pirtûkekê de kom dike, lê ji ber bêderfetî nikare wan çap bike. Pirtûka Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan ji Weşanxaneya J&J’yê derket.
Nivîskar Qazî di heman demê de redekteya pirtûkên ku ji girtîgehê derdikevin dike. Em li ser pirtûka wî û wêjeya girtîgehê bi nivîskar Qazî re axivîn.
‘NIVÎSÎN XEYALÊN NÎVCOMAYÎ RADIKE SER PÊYAN’
Nivîskar Adil Qazî, anî ziman ku di girtîgehê de ferî nivîskariyê û nivîsîna kurdî dibe û bîranînên xwe yên girtîgehê wekî rojnivîsk di pirtuka bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ de kom dike. Qazî, bi lêv kir ku di girtîgehê de nivisîn xeyalên ku nîvcomayî radike li ser pêyan û wiha qala pirtûka xwe kir: “Di 21 adara 2000’î roja Newrozê de min dest bi nivisînê kir. Jiyana me ya girtîgehê, tiştên ku min jiyane, hevalên girtîgehê û hêstên xwe wekî rojnivîsk min nivisî. Pirtûk beriya 2 rojan ji Weşanxanêya J&J’yê hat weşandin. Armanca min ew bû ku tiştên ku me di girtîgehê de jiyane wekî belge ji pêşerojê re bimînin. Bi vê armancê bîranînên xwe yên girtîgehê yên 15 salan min wekî rojnivîsk di pirtûkekê de kom kirin.”
‘DI GIRTÎGEHE DE NIVISÎN TÊKOŞÎNEKE PÎROZ E’
Qazî, diyar kir ku mirov ne tenê li derve di nav çar diwaran de jî ji nivisînê îlham digire û li ser nivîskariya girtîgehê ev tişt anîn ziman: “Hêvî û xeyalên mirov, dema asoya mirov fireh kir mirov dikare xwe ji nav çar dîwaran derxe. Çar dîwar jî peyamên pir hêja dide, yanî êrîşên dijmin jî tena serê xwe pêyamek bûn. Yanî ji bo îlhamê ne hewce ye tu li ber çiyayekî an jî li ber çemekî bî di nav tengasiya çar dîwaran de jî îlham heye ji bo nivisînê. Di girtîgehê de pir tişt hene ku hêjayê nivisînêne, nivisîn ne tenê bîranînên girtîgehê ne, doza gelekî, felsefe û dîroka wî gelî ye. Li her aliyê civakê tu hişê xwe kom dikî û wekî plansaziyek dinivîsî. Di girtîgehê de nivisîn jî têkoşînêk pir hêja û pîroz e.”
WÊJEYA GIRTÎGEHÊ
Di berdewama axaftina xwe de Qazî destnîşan kir ku pirtûkên ku ji girtîgehê derdikevin bi zor û zehmet tên redekte kirin û weşandin, ji ber wê jî ew piştî ji girtîgehê derdikeve dest bi redekteya pirtûkên ku ji girtîgehan derdikevin dike. Qazî li ser vê meseleyê jî wisa dibêje: “Ji bo ku berhemên wan bigihînin gel ez redekteyê dikim. Ji lênûskê derbasî kompîturê dikim û dişinîm weşanxaneyê. Heta niha jî, gelek pirtûkên ku ji girtîgehê derketine me redekte kirine.”
‘ZIMAN NEMIR E, DIVÊ NEMIRE’
Qazî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa wêjeya kurdî û ji bo xwedî derketina ziman û wêjeya kurdî ev bang li gel kir: “Xwendina pirtûkan pir kêm e. Her ku diçe jî kêmtir dibe. Sedem jî polîtikayên dewletê yên bişaftina li ser ziman û çanda kurdî ne. Derfetên xwendin û hînbûna kurdî pir kêm in. Ev ne tenê pirsgirêka gel e. Divê mirovên hişyar, zana xwe bigihînin gel û di nav gel de bin. Heke tu nekevî nav gel, gel dê çi bike. Yanî ez xwe jî deyndar dibînim divê em xwe bigihînin gel ku, gel jî xwedî li me derkeve. Lê divê gel jî li ber xwe bide. Em di rojên pir zor û dijwar de derbas bûne, divê em ji wan rojan hêz bigrin û li ber xwe bidin. Heke em nikarin tiştekî bikin jî divê em zimanê xwe biparezin. Bi zimanê xwe bigirîn, şa bibin, bixwînin, biaxivin û bertekên xwe jî bi zimanê xwe bidin. Berî her tiştî divê em ji zimanê xwe hez bikin. Ziman nemir e divê nemire.”
[1]