Qedera Anîsa Ceiferîmêhr, çalakvana ferhengî a bajarê Şabad ya ser bi parêzgeha #Kirmaşan#ê, piştî 10 rojan nexuya ye.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew çalakvana ferhengî di heyama binçavkirinê de, tenê yek car pêwendiya telefonî digel malbata xwe girtiye û ji çavpêkevtina malbatê bêpar kirine.
Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Parêzerê wê jina çalakvan a ferhengî lipeykevtina dosiyaya wê dike û di çend rojên bê de yê dosiya wê bo dadgehê bişîne.
Keresteyên kesî yên wê çalakvana ferhengî yên wekî, leptap, telefon û hind ji keresteyên din, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine zevtkirin.
Roja Duşemî 3ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş kirine ser mala wê çalakvana ferhengî û dest bi vekolîna mala navbirî kiribûn.
“Anîsa Ceiferîmêhr”, xwendikara qonaxa karnasî ya beşa zimanasî a zanîngeha Kurdistanê ye.
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wê çalakvana ferhengî, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.[1]