Rojnameger Ferîd Demîrel li Komeleya Lêkolînên Kurdî wê li ser mijara “Çîrokên Kurdan ên Ermenistana Sovyetê” biaxive ku demeke berê Weşanxaneya Cervantesê pirtûka wî ya bi navê Çîrokên Şêwra Ermenan û Weşanxaneya Sorê jî pirtûka wî ya bi navê Guldesteyek ji Baxê Rewanê çap kiribû.
Rojnameger Ferîd Demîrel di saet 19.30ê roja Şemiya 30ê Tîrmehê de li Komeleya Lêkolînên Kurdî wê li ser pirtûkên xwe yên bi navê “Çîrokên Kurdan ên Ermenistana Sovyetê” û Çîrokên Şêwra Ermenan biaxive. Her weha Demirel ji bo wan kesên dixwazin wê pirtûkên xwe îmze bike.
Demirel wê li ser mijara “Çîrokên Kurdan ên Ermenistana Sovyetê” biaxive ku demeke berê Weşanxaneya Cervantesê pirtûka wî ya bi navê Çîrokên Şêwra Ermenan û Weşanxaneya Sorê jî pirtûka wî ya bi navê Guldesteyek ji Baxê Rewanê çap kiribû.
Moderatoriya bernameyê wê Heno Ronak bike.
Piştî nirxandin û axavtinan nivîskar û rojnameger Demirel wê ji bo wan kesên dixwazin pirtûkên xwe îmze bike.
Derbarê Ferîd Demîrelî de
Ji sala 2000î û vir ve karê rojnamegeriyê dike. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Dema xwendekarê zanîngehê bû hatiye girtin û 16 mehan di girtîgehê de maye.
Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de master kiriye lê mastera xwe neqedandiye. Di rojnamayên Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Dema li Dem TVyê midûrê nûçeyan bû, hatiye girtin û 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de maye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Yek ji wergêrên pirtûkên “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz” û “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê” ye. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Nivîs û wergerên wî di kovarên Tîroj, Nûbihar, Yaba Edebiyat û Dilopê de hatine weşandin. Ji kurmanciya kîrîlî, translîterasyon û transkrîpsiyonê ber bi kurmanciya latînî dike. Pirtûka wî ya bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” Weşanxaneya Cervantesê û ya “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” jî Weşanxaneya Sorê çap kiriye.[1]