Peymana Bêdengiyê û Êşa Kesên Ne ji Me: Rengvedana Jinên Ermeniyan di Zûra ya Felat Dilgeş û Bavfile a M. Alî K. de.
Ömer Delikaya.
Kovara: Wêje û Rexne, SS. 180- 193, 2015.
Êş û karesatên li erdnîgarîya me rû daye, reh û rîçalên xwe berdane binê erdê me, rastîya ku ji me ye bi awayekî binerdî, bi me re heta îroro hatîye û bîra me ya hevpar bi tevlîbûna xwe ve, bi bibîranîna qewimînên cihêreng ve ava kirîye. Edebîyata me jî bivê-nevê ji bîra me avê vedixwe, bi wê geş dibe ji pir alîyan ve xwe dispêre tecrube, şahidî, malwêranî, trawmaya fîzîkî û psîkolojîk a vê bîrê; carina wan ji bo vebêja xwe dike babeta sereke û di avakirina karakter û mekanê de ji wan sûdê werdigire Di edebîyata kurdî de –çi zazakî çi jî kurmancî- hejmara roman û kurteçîrokên ku komkujîya ermenîyan ji xwe re kirine babet, piştî salên 2000an bi awayekî berçav zêde bûne. Lêhûrbûna li ser vê babetê ya nivîskarên kurd tercîheke tabiî ye. Çimkî hem xebatên li ser bîra civakî û hem jî xebatên li ser rengvedana komkujîya ermenîyan di folklora kurdî de nîşanî me didin ku ev babet berî ku were qada edebîyatê di hafizeya civakê de ji alîyê vegotinên devkî û kilaman ve cihekî berfireh girtîye. Di vê babetê de dengvedan û hilberîna edebî di heman wextê de wezîfeya pirekî dide li ser milên xwe ya ku dixwaze berdewamîya vegotinên devkî temsîl bike û ji bo neqilkirin û beyankirina rastîya civakî qadeke honakî peyda bike da ku serpêhatîyên ji bavûkalan mane, neyên jibîrkirin. Ev jibîrnekirin an jî bibîranîn deynê rabirdûya me ye, ku daye dema me ya nika; dema me ya nika bi vegotinên derheqê dema borî ve xwe bi rabirdûyê ve dibestîne û berdewamîya danûstandina di navdera do û îro de xurt dike, dîrokê dikemilîne. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=432925&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Peymana Bêdengiyê û Êşa Kesên Ne ji Me=KTML_Link_External_End=