Mal Li Kû Ye? Di Rabêja Romana Kurdî Ya Li Swêdê De, Ji Nû Ve Nirxandina (Kurdistan) û (Diyaspora)yê
Ömer Delikaya.
Kovara: Wêje û Rexne, SS. 219- 239, 2015
Wekî ku tê qebûlkirin kurd ne tenê ji aliyê erdnîgariyê ve lêbelê ji aliyê siyasî, zimanî û bîrdoziyê ve jî hatine dabeşkirin (Aknur 2012; Natali 2005; Rudolph 2003). Li hember kurdan, polîtîkayên dewletan li gorî hikûmetên desthilatdar ji hevdu cihê bûne. Piştî Şerê Kendavê yê 1991î, kêşeya kurd li Sûriyeyê, Tirkiyeyê, Îran û Iraqê ku her yek ji wan beşeke Kurdistanê di nav xwe de dihewîne, li herêma Rojhilata Navîn û di siyaseta navneteweyî de bû babetekî zaf muhîm. Bi vî awayî, mijarên li ser neteweperweriya kurdan û kêşeyên polîtîk, meseleyên çand û ziman, wêje jî di nav de, zêdetir bal kişandin li ser xwe. Lêbelê, dema ku mirov xebatên li ser wêjeya kurdî dide ber xebatên li ser mijarên polîtîk û dîrokî, mirov dibîne ku xebatên wêjeyî kêm in, lêkolînên (piraniya wan li Ewropa û DYAyê hatine kirin) li ser hemû herêmên kurdî, bi herdu zaravayên sereke soranî û kurmancî, bi awayekî berbiçav van salên dawî zêde bûn. Cihêrengiya zimanî û kêmasiya yekîtiya siyasî û neteweyî, ne tenê karakterekî perçebûyî yê rabêja romana kurdî pêk anî, lêbelê di heman demê de ji bo lêgerîna azadiyê li welatên rojava, bêcihûwarbûna bi darê zorê û koçberiya dilxwazî pêk anî. [1]