Di anatomiya ji rûresmê ya Moxolî û Tîbetî de ji sedsala ve teyr tên bikaranîn. Vê yekê feyz daye hunermenda #Moxolî Tsendsuren Narangerel# û ew di hunerê xwe de jî teyr û çûka dike nîşana derbirîna êşê, teşeguhertin, ducanîbûn û rehjenîna jiyanê.
Li Moxolistanê di sedsala 17´an de rêûresmên xurt ên xêzkirinê hebûne. Ev rêûresm di destpêka sedsala 20´an de bi rejîma komunîst hema hema ji binîve hat tinekirin. Hunermenda Moxol Tsendsuren Narangerel ji bo vê dibêje, “Wendahiyên mezin ên Moxolan ji destdana rêûresmên mezin ên xêzkirinê yên sedsala 17´an û jidestdana fîlozofiya jiyanê bûn. Fîlozofiya Moxolan, jiyana wan a koçberiyê û rêzgirtina ji xweza û dinyayê re bû.”
Tsendsuren Narangerel, şêwekareke navdar e li Moxolistanê û di heman demê de jî dekana Beşa hunerên dekorartîf a li Instîtuya hunerên Bedew a Moxolistanê ya li bajarê Ulaanbaatarê ye.
Wê di bin rêveberiya rejîma berê ya di bloka Sovyetê de li Instîtuya Huner a Ulaanbaatarê ji 1983´yan heta bi 1987´an xwend li Akademiya Hunerê Bedew û Şanoyê ya li Minskê jî ji 1989´an heta 1993´yan xwend. Ew ji bo xwendina xwe dibêje, “Di serdema rejîma komunîst de li Moxolistan û Rûsyayê, ez tenê hînî teknîk û rengên baş bûm. Lê belê di dersdayînê de hîç tişteke ji dil nebû.”
Perwerde ji xurtiya rêûresmên berê qut bû
Tişta wê dixwest, xwendineke ku bêhtir dewlemendî û zindîtiya rêûresmên çandî yên Moxolî bihewîne. Bi ya wê hestiyariyeke modern a dîtbarî dikarî bi van re bê kombînekirin da ku hem psîkolojiya wê û hem kî çavdîriyên wê yên li ser civaka bi lez diguhere nîşan bide. Wê di heman demê de dixwest hunerê ew çêke, xwedî hin xisletên fizîkî yên ji çanda Moxol bin, weke reng û formên geometrîk ên tîpîk ên Moxolan. Wê her wiha dixwest aramiyeke rawestanê jî hebin di hunerê wê de: “Min her wiha dixwest sikûnet û aramiyek di hunerê min de hebe, weke temsîla qewîniya çanda koçeriya Moxolî.”
Êşa veguherînê di huner de
Munkhtsetseg Jalkhaajav jî yek ji hunermendên piştî guherîna rejîmê ye û ji bo wê jî nîşanên rêûresma Moxolî di veguherîna huner li Moxolistanê de muhim in. Munkhtsetseg Jalkhaajav weke şêwekar û jin, mîsyoneke vîzyona nû ya hunerî bar kir: ‘’Ew divê karibe di warên hestan û di warê manewî de birînan bikewîne. Ev ji bo wê tişteke muhim lê zehmet bû. Zehmetiyên wê kişandî li ser resmên wê yên li ser kaxezê, peykerên wê yên ji paç û parçeyên qumaşan yên di pêşangeha The Silence of Healing at the Edge of the World (Bêdengiya debirrîna êşê li keviya dinyayê) de xuya dikin. Êşa guherîna rejîmê, û jicihûwarkirina rêûresmên çandî xweşik xuya dikin.’’
Nîşanên hêza jinan
Pêşhukmên wê yên beramberî kolektîvîzma rejîma berê û lîberalîzma aborî û siyasî ya nû jî xwe eşkere nîşan didin. Lê ew serê xwe bi her awayî bi jinê, jina Moxolî diêşîne. Bi ya wê, li Moxolistanê ji berê de jin û mêr wekhev bûne, ji ber wê ew bi taybetî hewl nade bibe xwedî perspektîfeke femînîst: “Ez tişta difikirim û hîs dikim îfade dikim. Kesê li berhemê dinihêre, bi dilê xwe ye ka wê çawa şirove bike. Di civaka Moxol de ji mafên jinê ye ku malbatê û dewletê jî bi rê ve bibe. Di jiyana ji rêûresmê de mêr mecbûr bûn li jinan bihisînin. Ji ber vê, tevahiya resmên min nîşana hêza jinan in.”
Çûk û pêvajoya kewîna birînan
Di wêneyên wê de em gelek caran teyr û çûkan dibînin. Ew vê yekê wiha rave dike: “Di çanda koçerî ya Moxolan de bawerî ew e ku teyr sembola hem mizgîniyê û hem jî xebera nexweş in. Û ew her wiha dikarin ji bo remlavêtinê jî bên bikaranîn da ku behsa siberojê bikin. Di anatomiya ji rûresmê ya Moxolî û Tîbetî de ji sedsalan ve teyr tên bikaranîn. Vê yekê feyz da min û di hunerê min de jî teyr û çûk nîşana debirandina êşê, teşeguhertin, ducanîbûn û rehjenîna jiyanê bi xwe ne.” -Ozgurpolîtîka
[1]