Newşên Yekemîn Yên Kurd Li Elmanya.
Avdo Karatas.
International Journal of Kurdish Studies, 5 (1), pp. 11 – 40, 2019.
Di dîroka gelê Kurd de kêm fenomen hene ku qasî koçberiyê bandora xwe gihandine demê me. Bi gelemperî bûyerên di dîrokê de ru dayî, bi peleke koçeriyê bidawî hatiye. Îro bi dehan enklav û civatên Kurd ji Asyaya Navîn, heta Ewrupa ji Japonya heta Amerîqa, ji Sibirya heta Avustiralya li cureyên
deverên cîhane hene û ev enkilav bi gelemperî di encama koçberiya neîradî de hatine avakirin. Ji bona vê yekê îro nezîkî nivê hijmara Kurdan ne di welatê xwe de jiyan dikin (bnr. Kizilhan 2013). Wekî guftûgoyek li ser formasyona civakên Kurd were kirin, mijara koçberiyê mijarek sereke ye. Ev çiqas fenomenek mezin ya Kurdan jî be, eleqeya lêkolîna vê mijarê jî wulkasî kêm e. Anko lêkolînên zanyarî li ser vê mijarê kêm in, hem mijar naye naskirin, hem jî mirov nikare derheqê vê mijarê de agahiyên bibawer hilbigre û şîrove bike. Gelo çima ev mijara gir û muhîm bala zanyaran nakişêne?
Her çiqas Kurd bi gelemperî kêm dibin mijara lêkolînan, mijara newş(ên) yekemîn hê kemtir tê dîtin. Xemsariya li ser mijara newşên yekemîn yên koçber pirsek gelemperî ye û ne tenê di nav koçberên Kurd de lê di yên gelên din jî tê îhmalkirin. Lê belê ev xemsariya dijî newşa yekemîn de, di nivê salên 1980yî de kêm bû. Sedema vê alaka nu jî ev bû, anko ev kes pîr (jin) û kal (mêr) bûn û alaka sektorên ciharam (mala pîrûkalan) û xwelêxweyîkirinê girtin ser xwe (Spohn 2002: 46). Ev kes bûne kiryarên (muşterî) van saziyan. Ji bona xweyîkirin û lêmeyzandina wan mirovan alaqayek lêkolînê li ser wan rû da. Dîse jî agahiyên zanyarî bi gelemperî li ser newşên yekemîn kêm in û li ser yên Kurd wek tune ne. [1]