Rojnamegerê girtî Ziya Ataman diyar kiriye ku dema ew birine Girtîgeha Dûmlû ya #Erzirom#ê ya bi Hejmar 2 lêgerîna tazî lê kirine û ew xistine hucreyeke yek kesî.
Rojnameger Ziya Ataman ku di 7ê Tebaxê de ji Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind birine Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya bi Hejmar 2. Atamanî ragihandiye ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wî hatiye ferzkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ziya Ataman, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, nameyek şandiye. Ataman di nameya xwe de behsa binpêkirinên mafan ên di dema şandinê û yên li girtîgeha ku ew birine de kiriye.
Ataman destnîşan kiriye ku li girtîgeha ku sewqî wê hatiye kirin de lêgerîna tazî lê hatiye kirin û ew xistine hucreya yek kesî. Ataman gotiye: Pirsîn, 'Di rêwîtiyek dirêj de tu yê nerihet bibî?' Min got, 'belê'. Lê dîsa jî ez bi rîngeke wekî hucreyan şandin sirgûnê. Ez dibêjim sirgûn, ji ber ku cihê ku ez hatimê pir dûrî malbata min e. Malbata min bêtir ji min dûr xistin... Ev bû du hefte, hê jî ez nehatime ser hemdê xwe... Çawa hatim vira lêgerîna tazî li min kirin.
Xistine hucreya yek kesî
Ataman di berdewamiya nameya xwe de ev tişt anîne zimên: Ez bi tenê me. Cezayê min ê hucreyê an jî hikmekî giran tune ye. Lê dîsa jî min birin girtîgeheke yekpergalî. Hewşa wê tune ye. Çûna hewadariyê rojê saet û nîv e. Wekî din ez tim di wî cihê teng de me. Qet nebe hewş li ber derî bûna jî dê baş bûna. Ji bo em di wan korîdorên wekî labîrenta re derbas bibin, em çend caran pêlavên xwe derdixin û bi destên xwe paqij dikin. Ji ber ku min nedixwest ez bi tenê derkevim, demeke dirêj min çûna hewadariyê ya dema wê saet û nîvek e qebûl nedikir. Û îro min rojê dît…”
Çi bûbû
Ziya Ataman 10ê Nîsana 2016ê hatibû desteserkirin, 11ê Nîsana 2016ê bi îdiaya ku ew “endamê rêxistinê” ye hatibû girtin. Ataman ji wê rojê ve di girtîgehê de ye.
Ataman ji roja hatî girtin heta niho beşdarî 12 rûniştinên dadkirinê bûye. Dadger û dozgerên ku Ataman dad dikirin bi sûcê “endamîya Rêxistina Terorî ya Fethullahgir (FETO)” ji karê xwe hatine avêtin.
Li gor qanûnan bersûcên ku li dadgehên cezayên giran têne dadkirin, herî zêde dikarin du salan di girtîgehê de bimînin. Lê belê Ataman ji wê demê zêdetir di girtîgehê de maye.[1]