Birêz #Adnan Orhan# yek ji wan kesane ku 3 xizmên xwe di sala 1994’an de winda kirine û bi salane tev li gelek malbat û xizmên windayan ew jî li aqûbeta wan xizmên xwe dipirse. Ev dosya windayan yek ji dosyayên herî bi êş û yek ji rêbazên herî hovane yê şerê taybet e ku li dijî gelê kurd hatiye meşandin. Ji bo ku em agahiyan der barê tekoşîna malbatên windayan de bi xwendevanên xwe re par vebikin me ev pirsên xwe ji Adnan Orhan kirin.
Ji kerema xwe re tu dikarî behsa çîroka malbata xwe bikî, xizmên te yên winda kî bûn, kengî û çawa winda bûn?
Di sala 1994’an de leşekran girt ser gundê me û ji gundiyan re gotin divê hûn gund vala bikin. Muhleta ji bo ku gundî bikaribin kel û pelên xwe ji malê derxînin 10 deqe bû. Serleşker ji gundiyan re got di nava 10 deqeyan de divê mal vala bibin, piştî wê em agir berdidin gund.
Mala me jî wekî gelek gundiyan hewl dan ku hin tiştên xwe ji malê derxînin lê di vê dema kurt de kê dikarî çi derxîne. Leşkeran dest bi şewitandina gund kir. Piştî ku mala me şewitandin bavê min got em ê li vir bimînin, me li mezraya gund ji xwe re kon vegirt da ku em heywanên xwe xwedî bikin. Malbata me û tevî çend malên din me li nêzî gundê Zarayê kon vegirtin. Me konên xwe li hemberî qereqolê danîn ku me bibînin.
Ji tirsa ku dibe bi top û balafiran jî gund topbaran bikin, me nekarîbû li nava gund konê xwe danîbûya. Piştî ku em 15 rojan li wir man û leşkeran jî operasyona xwe bidawî kir, bavê min got em êdî konên xwe bibin li nêzî mala xwe ya şewitandî deynin. Piştî ku em 9-10 rojan li wir man dîsa operasyona leşkerî dest pê kir, derdora gund tijî leşker bûn, balafir di ser gund de difiriyan.
Malbata we tenê li gund bû yan wekî din jî gundî hebûn û çima nedixwestin hûn li gund bimînin?
Ji bilî malbata me çend malbatên din jî di gundî de çadir danîbûn. Ne dixwestin kesek li gund bimîne ji ber wê demê polîtîkaya valakirina gundan dabûn destpêkirin.
Rojekê serê sibehê em rabûn heywanên xwe bibin çêrê, me dît ku leşker ber bi gundê me ve tên, wê gavê diya min ji bavê min û apê min re got hûn herin xwe bidin alî, wê leşker we bigirin. Wan jî got vaye hûn li virin em ê çawa we bihêlin û biçin. Leşker hatin li nasnameya wan pirsîn, leşkeran xwestin bavê min Mehmet Selîm Orhan(47), apê min Hesen Orhan (40) û kurê apê min Cezaîr Orhan(17) bi xwe re bibin. Malbatê xwe da pêşiya wan û nehiştin leşker wan bibin. Leşkeran qumtanê xwe pê dan hesandin û gotin ku malbat nahêlin em wan kesan bînin, qumtanê wan got guh nedin malbatê û wan kesan bînin.
Wiha leşekran bi darê zorê bavê min, apê min û kurapê min bi xwe re birin. Leşkeran gotin em ji Boluyê hatine , em rê nas nakin, wê ev kes bi me re werin, rê nîşanî me bidin û paşê em ê wan berdin. Ew aliyê qereqola Seyrekê de birine û ji wir jî birine Licê ew li dibistanekê bi cih kirine, dibistaneke şevînî bû (Yatili okul).
Wê demê gelê herêmê dipirsî ku ew çi ye, digotin ku Tugayek ji Boluyê hatiye li wir ji xwe re cihek ava kiriye. Paşê jî hate zanîn ku ew dibistan veguhertibûn cihê îşkenceyê.
Piştî demekê li gorî şahidekî ku ew jî bi bavê min û wan re li wê dibistana işkenceyê bû, wî bavê min û apê min li wir dîtibû. Ew kes piştî ku 4 salan li girtîgehê ma, min ew dît û ji min re got ku wî bavê min û wan li wê dibistanê dîtibûn û îşkenceyên giran li wan hatibû kirin. Li gorî wî şahidî wî hin caran li korîdora wê dibistana îşkenceyê bavê min apê min û kurapê min dîtine.
Gelo di wê demê de we tu xeber ji wan negirt, ma we nizanibû li ku ne?
Na me nizanibû li ku ne, apê min ji qereqolên herêmê û ji hemû saziyên pêwendîdar pirsî, lê tevan gotin haya me ji wan kesan tune ye. Lê piştî wê di encama lêgerîn û lêpirsîna me de em gihan gelek rastiyên aşkera ku ew piştî îşkenceyê hatine kuştin.
Carekê me bihîst ku cenazeyê 8 kesên ku hatine kuştin li nêzî gundê Kevrê Kok ê Pasûrê ne. Lê ji ber îşkenceya giran a ku li wan hatibû kirin kesekî ew nas nekiribûn. Gundiyekî qutiya bavê min a tûtinê naskiribû û gotibû ev qutiya Mehmet Selîm e lê ji ber îşkenceya zêde ya li wan hatibû kirin kesekî ew nas nedikirin. Piştî têkoşîneke mezin a bi salan û encamên lêkolîna DNA’yê derket holê ku hestiyê bavê min û apê min jî di nava wê gora komî ya ku ji 8 kesan pêk dihat de ne. Her wiha malbata Bulut jî ku 5 kes ji wan hatibûn girtin, hestiyên 3 kesan ji malbata Bulut jî di wê gora komî de hatin dîtin.
Li gorî gundî dibêjin kincên gerîlayan li wan 8 kesan bûn û dema leşkeran ew anîne wir ji bo ku bikujin ji gundiyan re gotine operasyon heye divê kesek dernekeve derve wê şer bi gerîla re derkeve.
Paşê di tariya şevê de dengê çekan tê, serê sibehê gundî diçin ku cenazeyê 8 kesên bi kincên gerîla li wir in bînin. Jixwe wekî me got bavê min û apê min jî di nava wan de bûn û cilên gerîla li wan kiribûn da ku bêjin me gerîla kuştine.
Piştî ku derket holê ku ew hestiyê malbata we ne, pêvajoyeke çawa berdewam kir?
Me daxwaza cenazeyê bavê min û apê min kir lê piştî têkoşîna 2 salan, saziya Tiba Edlî got ku em nikarin hestiyên wan bidin we. Hestiyên wan 8 kesan di nava hev de tev di torbeyekî de ne, hûn dixwazin em bi vî rengî yên her 8’an bidin we?
Beriya wê me serî li dozgeriya Pasûrê da, gotin hestî ne li ba me ne, me serî li ya Amedê da gotin ne li ba me ne, me serî li Tiba Edlî ya Stennbolê da wan jî got hestî ne li ba me ne.
Dawî me gilî kir, paşê saziya Tiba Edlî bersiv da û got vaye hestî li ba me ne.
Piştî ewqas zilm, îşkence û komkujiyê niha jî li ser hestiyên wan jî bi manewiyata me dilizîn. Lewre jî heta niha hestiyên wan 8 kesan li Pasûrê li goristana bêkesan li Eda Parsel a 76’an de tev di yek gorekê de hatine veşartin.
ji ber min di daxwaznameya xwe de gotibû çima we hestiyên wan 8 kesan ji hev cuda nekirine, çima hûn bi manewiyata me dilîzin, ji ber vê gotina min dozger gotiye Adnan Orhan di daxwaznameya xwe de gotiye bi menewiyata me ne lîzin lewre jî em wê gorê venakin û hestiyên wan jê dernaxin.
Tevî ku ewqasî aşkera û zelal ev komkujî hatiye kirin gelo di warê hiqûqê de we tiştek çawa bidest xist, kesek ji wan kujeran hatiye cezakirin?
Wekî tê zanîn di salên 90’î de biryara qirkirin û komkujiyan li dijî kurdan hatibû girtin û ev yek wekî polîtîkaya dewletê dihat pratîzekirin, wekî rêbazeke şerê taybet ê li dijî kurdan bû. Ji bo dewlet gundên kurdan vala bike, gund dihatin şewitandin, mirov dihatin girtin û windakirin.
Lewre jî dema dewlet bi rastî bi ser vê meselê de here û bixwaze rastiyan derxîne holê ew polîtîkaya dewletê derdikeve holê. Serê wê lêpirsînê dê bigihîje rayedarên dewletê yên wê demê, dê bigihîje Suleyman demirel, Tansu Çiler, Mehmet Agar, serkêşê Tugaya Boluyê Yavuz Erturk û rayedarên dewletê yên wê demê. Lewre jî hikûmet bi ser vê meseleyê de zêde neçû û sozên ku dabûn malbatên windayan jî bi cih neanîn da ku ev polîtîkaya dewletê ya wê demê deşifre nebe.
Mixabin hemû lêgerînên me yên ji bo edaletê bê bersiv man. Tevî ku kujer aşkera û naskirî ne jî lê tu kes ji wan nehat cezakirin. Piştî ku me serî li hemû rê û rêbazên hiqûqî da û rêya hiqûqa navxweyî xitimî, me serî li dadgeha mafê mirovan da. Mixabin me nikarîbû bi rêya hiqûqê wan kujeran derxînin pêşberî dadgeheke adil ku ceza li wan bibire. Lê em wekî malbatên windayan em ê her vê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku dadwerî pêk were.
Dema mirov bala xwe bide hişmendî û nêzîkatiya hikûmeta niha ji bo van mijaran çiqasî cudahî heye yan jî çi cudahî di wê nêzakatiyê de çêbûye?
Me behsa yek ji van kuştinên ku di bin navê ‘Faîlî Mechûl’ de di salên 90’î de hatin kirin, kir.
Lê ji ber ku ez demekê di ÎHD’ê de jî xebitî me, haya min ji gelek bûyerên din jî çêbûye.
Heta beriya salek du salan jî hin mînakên kuştinên bi wan rêbazan hebûn. Ev jî dide xuyakirin ku di hişmendî û nêzîkatiya ji bo kurdan de zêde guhertin çênebûye. ji wê demê de gelek hikûmet û desthilat hatin û çûn lê hişmendî nehate guhertin.
Dibe ku were bîra we jî dema ku malbatên windayan di sala 2011’an de çûn Enqerê, serî li meclisê dan û bi serokwezîrê wê demê Tayip Erdogan re jî hevdîtin kirin, heyeta ÎHD’ê dosyayek der barê kuştinên ‘failê wan ne diyar’ de dabû Erdogan. Di wê demê de ev gotina Erdogan di medyayê de gelekî derket pêş. Erdogan soz dabû dayika Berfo kirbayir û jê re wiha gotibû: Ez ê kurê te Cemîl bibînim. Piştî wê dayika Berfo bi salan deriyê xwe li hêviya vegera kurê xwe Cemîl vekirî hişt lê mixabin ew soz jî neçû serî, deriyê jiyanê li dayika Berfo hat girtin, bi wê hesretê çû ber dilovaniya Xwedê. Mixabin çavên dayika Berfo jî wekî deriyê wê vekirî man.
Lê ne edaletê û ne jî dadweriyê li deriyê dayika Berfo dan. Hê jî bi hezaran malbatên kurd li hestiyên zarokên xwe digerin. Zarokên ku di şevên tarî de hatin girtin û windakirin.
Zarokên ku navê ‘failî mechûl’ li kujerên zarokên wan dikin. Mixabin heta niha kesek ji wan failên malûm nehatiye cezakirin.
[1]