Li navçeyeke parêzgeha Dîlokê ya #Bakurê Kurdistanê# sikeyeke dîrokî hatiye dîtin ku dîroka wê vedigere bo berî zayînê.
Ew sikeyê dîrokî li Girê Hamaçe yê li navçeya Îslahiye ya parêzgeha Dîlokê hatiye dîtin, û tê texmînkirin ku sike ya berî zayînê û serdema Helenîstî be.
Tê pêşbînîkirin ku berî zayînê bi hezaran sal, ew der cihê niştecîhbûnê bûye. Niha şûnwarnasan dest bi kolandina Girê Hamçeyê kirine da ku dîroka wê ya kevnar derxin holê.
Rêvebirê Muzexaneya Dîlokê, Ozkan Çomak ragihandiye ku lêkolîn li Girê Hamçeyê dest pê kiriye û got, “Li 15 cihên cuda destbi lêkolînê hatine kirin. Em hîn di dema navîn de ne, lê çaxa navîn a hesin! Kolandinên me gihiştine çaxa navîn. Îro me ev sikeyê serdema Helenîstî dîtiye. Ev sike bi parçeya xudawend Hermus binav û denge.”
Li gorî dîroknasan, ev gir di 7 şaristaniyên cuda de cihê jiyanê bûye. Niha jî hikûmeta Tirkiyê dixwaze Bendava Pira Texte fireh bike; wê demê dê beşek ji vî girî bikeve bin avê.
Serokê beşê şûnwarnasiyê li zanîngeha Dîlokê, Atîla Engîn dibêje, “Wek rûber, ev der firehtirîn şûnwar e li navçeyê. Şûnwarên bi vî awayî di bin axê de mane û tebeqe çêbûne. Bi hezaran salan gelek şaristaniyan li vir jiyan kiriye.”
Serdema Helenîstî ji sala 323ê berî zayînê, piştî mirina Aleksanderê Mezin heta berî zayînê bi sed salî dema despêkirina împaratoriya Romayê berdewam kiriye.[1]