Kovara #Dilop#ê ku du mehan carek bi #kurdî# û tirkî derdikeve bi hejmara xwe ya rezber-kewçêrê li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovara ku her hejmar mijareke digire dest di vê hejmarê de Sekulerbûna Kurdan girtiye dest. Li ser vê meseleyê Yusuf Ekinci, Cuma Çiçek û Yusuf Karadaş axivîne.
Di kovarê de gelek nivîsên bi kurdî û tirkî hene. Ji yen yek ji wan a nivîskar Welat Dilken e. Dilken bi kurteşanoyeke ku bi sernavê Derba li piştê hatiye weşandin di vê hejmarê de cih girtiye.
Yunus Orak ku li ser Mihemed Arif Cizîrî teza lîsansa bilind amade kiribû beşek ji wê bi navê Di klamên Mihemed Arif Cizîrî de Afirandin û îcrakirina berhemê di vê hejmarê de parve kirye.
Ji nivîsên tirkî Îbrahim Karaca bi sernavê Herkesin Aram Tigran'i (Aram Tîgranê her kesî) nivîsa xwe li ser Tîgran pêşkêş kiriye.Wî di nivîsê de qala Tîgran û dûre xebatên li ser wî hatine kirin, kiriye.
Ji hejmarê berê zêdetir di vê hejmarê de 3 hevpeyvîn hatine belavkirin. Ji wan Şerif Karataş ligel dîrokzan Mehmet Bayrak axiviye. Bayrak dibêje, Zagona Tekke û Zaviyeyan tenê ji bo elewiyan hatiye çêkirin. Di hevpeyvînên din de Umut Yegin ligel Ali Dogan Gonultaş, Suleyman Kaplan jî ligel Musa Dagdeviren axiviye.
Di vê hejmarê de Sezai Sarilioglu, Pinar Acar, Fewzî Bîlge, İbrahim Karaca, Guluzar Ozev, Viyan Arîn, Ozkan Zulfikar, George Sand, Şenay Kumuz, Çigdem Baran, Elif Eser bi nivîsên xwe, Yannis Ritsos, Selim Temo, Cengiz S.H.Çelik, Reyhan Sarhan jî bi helbestên xwe cih girtine.
Ji bo têkilî:
+90 543 488 69 96
dilopdergisi@gmail.com
[1]