Navê pirtûkê: Balindeyên li ber bê
Navê nivîskar: Eta Nehayî
Navê wergêr: Besam Mustefa
Wergera ji ziman: Soranî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2013
Di romana xwe ya duyem, “Balindekanî Dem Ba” de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike. Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne. Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne. Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin. Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye. (...) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin. Tenê vebêjerê çîrokê, “Ez”ê xeyalî sax e. Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev “Ez”ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne. (...) ... Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide. Haşim Ahmedzade, Romana Kurdî û Nasname[1]