BABA MERDOXÊ RÛHANÎ di sala 1923 yan de li Rojhilat, li gundê Kaşterê ku nêzikî Sineyê (Senendec) ye hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya pêşiyê ji bavê xwe hîn bûye. Di warê tefsîr, mantiq, fiqih û matematîkê de şareza bûye. Di sala 1942 yan de destûrnama/îcazeta xwe standiye. Sala 1944 an çûye Tehranê û di wezareta perwerdehiyê de bûye mamoste; hetanî sala 1978 an, 34 salan mamostetî kiriye. Li Tehranê di weşanên cûr bi cûr de nivîsên wî weşiyane. Ji bilî kitêba wî ya navdar Tarîxê Meşahîrê Kurd nêzikî 30 heb berhemên wî yên din hene; mixabin hinek ji wan nîvco mane. Dema ev xebata xwe kiriye rastî gelek astengî û zehmetiyan hatiye; du cild temam kirine lê mixabin umrê wî têra cildê sêyem nekiriye. Li pey wefata wî cildê nîvcomayî kurê wî Macid Merdoxê Rûhanî qedandiye û meqseda bavê xwe bi cih aniye. Baba Merdoxê Rûhanî 19ê Çileyê Paşin/Çile 1989an de, ji ber nexweşiya Şêrpenceyê li bajarê Sineyê wefat kiriye û li vê derê hatiye definkirin. [1]