Kovara Folklor û Ziman.
Kovara kurdî ya bi navê Folklor û Ziman di bin banê Weqfa Mezopotamyayê û bi piştgirîya gelek akademîsyenên kurd bi. Kovar navneteweyî û bihekem e.
Hejmara ewil dê di Adara 2020 an da hatibû weşandin. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.
Di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, jîyana rojane, zanyarîyên gelêrî, ferhengên herêmî, têgehên folklora kurdî, berhevkarî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da yên wekî afirandina berhemên hunerî, cilûberg, alavên malê û cotkarîyê, xemlûxêz, xişir hwd. dihên weşandin.
Di çerçoveya xebatên zimanî da jî her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd. cih digirin.
Zimanê kovarê kurdî ye (kurmancî, soranî, zazakî, goranî). [1]