Nirxandina Helbestên Zarokan en Kurdî li Gorî (Rastîya Zarokan) û (Îzafîyeta Zarokan).
#Kenan Subaşı#
Govara Mukaddime, 2021, 12(1), s. 220-248.
Derbarê helbestê de gelek pênase hatine kirin. Her pênaseyek li gorî nêrîneke şexsî hatîye sêwirandin û para rastîya her pênaseyê jî li gorî xwe heye.
Lê ya muhîm ji pênaseyê zêdetir, bersivandina vê pirsê ye ku helbest hunereke çawa ye? Çimkî dibe ku her pênase ji hin alîyan ve kêm bimîne. Lêbelê dema mirov bi çarçoveyeke berfireh çawanîya tiştekî nirxand û vekola, dê encameke duristtir peyda bibe. Loma ji bo helbestê tê gotin ku ji alîyê xeyalkirinê, hestîyarîyê, aheng û rîtmê û ji alîyê bikaranîna hêma, metafor û metonomî û gelek ciwankarîyên din ên zimanî ve ji berhemên din ên edebî cuda dibe. Herwiha di nav ciwankarîyên zimanî de yên ku helbestê zêdetir serincrakêş dikin; dubarekirina dengan (alîterenasyon) û helbet serwa (qafîye) ye (Oğuzkan, 2013: 250). Ev her du ciwankarî hem rîtmeke mûzîkalît didin gotinan hem jî di jiberkirin û vegotinê de hêsankarîyê çê dikin. Xisûsen cîbicîkirina van ciwankarîyan ji bo helbestên zarokan pir girîng e. Lewra zarok heya salên di navbera 12-18an de jî ji alîyê zimanî ve di nav geşedaneke lezgîn de ne (Yavuzer, 2012: 91) û helbest jî yek ji hunerên zimanî ye ku piştgirîyeke zêde dide prosesa geşedanê. Helbet ne tenê geşedan, xweşaxaftin, bikaranîna bêjeyên dewlemend û vegotina meram û meqsedê bi awayekî tam û zelal jî bi tesîra helbestê pêş dikevin û baştir dibin. Li gorî pexşanê kurtbûna hevokên helbestan jî taybetîyeke wê hunerê ye ku ji alîyê xwendin, jiberkirinê ve dibe avantajek ji bo xwîneran. Bi taybetî heke xwîner zarok bin, ev taybetî maqûltir dibe.. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=434344&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Nirxandina Helbestên Zarokan en Kurdî li Gorî (Rastîya Zarokan) û (Îzafîyeta Zarokan)=KTML_Link_External_End=