Navê pirtûkê: Waneyên Zimannasîyê
Navê nivîskar: Komek nivîskar û lêkolînerên zimannasiyê
Cihê çapkirina pirtûkê: Diyarbakır
Navê çapxaneyê: LIS
Sala çapê: 2016
Pêşgotin Piştî ku li hin zanîngehên Tirkiyeyê enstîtuyên Zimanên Zindî vebûn, li bakurê Kurdistanê di xebatên Kurdolojîyê de geşedaneke berçav dest pê kir. Di vê çarçoveyê de di biyavên ziman, dîrok, edebîyat, çapemenî, muzîk û sînemaya Kurd de xebat tên kirin. Di vî warî de bi taybetî zanîngeha Mardin Artukluyê bi pêş derdikeve, li vê zanîngehê li makezanista Ziman û Çanda Kurdî bi sedan proje û bi dehan tezên Kurdolojîyê tên nivîsandin. Derçûyên vê beşê kovaran derdixin, komên xwendinê ava dikin û meqaleyên di vî warî de belav dikin. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê akademîya Kurdî sehayeke bakîr e, gelek caran di vî warî de kêmasîya keresteyên dersê berçav dibe. Gelek mamoste ji bo dersên xwe nîşeyan amade dikin, lê belê kêm ji wan wek kitêb derdikevin. Lewma jî her xebateke bi Kurdî di çi biyavî de be, wê hem ji bo xwendekaran û hem jî ji bo xwînerên li derî zanîngehan sûdewer be. Em jî bi vê saîqê tevgerîyan û me xebat amade kir. Di vê xebatê de her mijarek ji hêla kesekî ve hatiye amadekirin. Her çend mijar bi giştî mijarên zimannasîyê bin jî, nimûne, pratîzekirin û ravekirin li ser Kurdî ye. Di vê xebatê de hemû mijarên zimannasîyê tunene, lê em bi niyet in ku dewama wê bînin heta ku mijaran temam bikin. Lewma heger pirsgirêk dernekeve dibe ku ev xebat bigihîje heta sê bergan û bergeke bi temamî li ser zimannasîya Kurdî bê weşandin. Em hêvî dikin, di serî de ji bo xwendekarên lîsans, master û doktorayê yên van zanîngehên mewzûbehs û bi giştî ji bo hemû xwînerên Kurdî, ev xebat mefadar be. Her çi kêmasî û şaşîya me hebe, em ji niha de lêborîna xwe ji xwîneran dixwazin û ji bo çapên din li benda nîşe û pêşnîyazên wan in. [1]