Berî niha li #Rojavayê Kurdistanê#, programên xwendinê bi zimanê Erebî bûn ji sala 2015an ve Rêveberiya Xweser rêbazên xwendinê li Rojavayê Kurdistanê kiriye bi zimanê Kurdî lewma nifşê niha tenê bi zimanê Kurdî dizane.
Profesora Yasayên Navdewletî li Zanîngeha Rojava Dr. Sêvê Îzol dibêje çavkaniyên bi zimanê Kurdî di nava zanîngehên wan de tune ne, lewma ew rastî astengiyan li gel xwendekaran tên, bi taybetî ew xwendekarên ku zimanê Erebî nizanin, ji ber ku hemû çavkaniyên li zanîngehê bi zimanê Erebî ne.
Avar 6 sal in bi zimanê dayikê li Rojavayê Kurdistanê dixwîne. Avar 12 salî ye û niha li pola 6ê amadehiyê ye. Ji dema ku diçe dibistanê bi zimanê Kurdî dixwîne, lewma niha tenê wî zimanê dizane. Eger malbata wî bi Erebî jî li gel biaxivin, bersiva wî her bi Kurdî ye.
Xwendekar Avar Hesen got, “Ez ji dersa bîrkariyê û topa pêyan hez dikim û dixwazim li gel zimanê Kurdî, zimanê Erebî jî bixwînim.”
Ji sala 2015an ve Rêveberiya Xweser rêbazên xwendinê li Rojavayê Kurdistanê kire bi zimanê Kurdî. Ji wê demê ve programên xwendinê li dibistanan bi zimanê Kurdî ye û tenê madeyek bi zimanê Erebî heye.
Li gor Profesora Yasayên Navdewletî li Zanîngeha Rojava Dr. Sêvê Îzol ku niha li Zanîngeha Rojava li bajarê #Qamişlo# kar dike, niha nifşeke nû rabûye ku tenê zimanê Kurdî dizane û ez yek pirsgirêkan di proseya xwendinê li zanîngehan de dirust dike.
Profesora Yasayên Navdewletî li Zanîngeha Rojava Dr. Sêvê Îzol got, “Ez wek mamosteyeke Kurd hatim vê zanîngehê lê min nezanî Mafê Mirovan bi Kurdî ji wan re şirove bikim. Ez dikarim bi Kurdî biaxivim lê hinek axavtin hene navê wan bi Kurdî tune ne. Her wiha me serçavên madeyan jî bi Kurdî tune ne, lewma em rastî pirsgirêkan tên.”
Li gor wê diktorê, niha wê li Zanîngeha Rojava çareyeke demkî dîtiye lê pêwîst e çareyeke bingehîn ji vê pirsgirêkê re were dîtin.
Profesora Yasayên Navdewletî li Zanîngeha Rojava Dr. Sêvê Îzol anî ziman, “Niha me projeyek danaye, emê ferhengekî ji bo axaftinên taybet bi yasa çêkin û wê ferhengê di nava zanîngehê de danin ji bo ku xwendekar mifayê jê bînin.”
Li gor Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser, her sal hejmara dibistanên wan zêde dibin ku îsal wê 4798 dibistanan ji bo zêdetirî 800 hezar xwendekaran veke, her wiha dê îsal rêbazên xwendina xwe li dibistanên Dêrezor, Reqa û Tebqa jî peyrew bikin.[1]