Di sedsala 21 an de di nava pirsgirêkên sereke yên civakê de pirsgirêka #jin# tê. Ji ber ku êdî tiştên ku nehatiye dagirkirin û ji bo desthilatdara nehatiye bi karanîn nemaye. Bi kurtasî maske ketiye û rûtahî xwuyakiriye. Êdî tişte ku vêşêre, pîne bike nemaye. Eşkere edî êrîşên xwe li ser her qadên civakê lê taybet jî le ser jinê dimeşîne. Çima? Ji ber ku yekem dagirkeriya zihniyeta zilam, li ser ked û nasnameya jinê hatîbû pêkanîn. Piştî şikandinên zayendparêziyan, jin di aliye bîrdozîk de, hate tunehesibandin, nasnameya wê hate tüne kirin û bi wî avahî ket asta ku weke mal-metayeke bê bikaranîn. Heyanî ku mudexelaya ev revşa ku di roja meya îro de jin tê de jiyan dike neye kirin, civak di nava xeteriyên pir mezin de be. Di vê derbarê de weke ku Rêbertiya me jî got, encax bi çareser kirina şîfreya desthilatdariye ve derbazkirina we rewşê gengaz be. Ji bo çareserkirina vê şîfrê jî, pewîst dike ku emê cîhe ku ketina civakbûnê destpê kiriye, li wir mezebikin.
Tam di wir de ger emê dîroka civakbûnê bimêzînin, bibinin ku, hêmana yekem ya afirandina civakê “jinbûn” bi xwe ye. Taybetmendiyên jinê yên zarokanînê, ji xwe de xuluk kirine, afirînêriye û hwd. hêştiye ku di derdora xwe de kombûneke çêbike. Ev kombûn bi xwe tê wateya rêxistinbûnê. Her ku rêxistin dibe, hêz û pergala xwe jî sazuman dike. Bi xwezayî , bê rihê dagirkeriyê, dibe xwedî hêzeke pergaleke komînal. Yanî mirov bi kom li gel hev jiyan dikin. Ev jî tê wateya civakbûnê. Exlaq û pîvanên jiyan kirinê, rol û mîsyonên civakbûnê jî jin di de diyarkirin. Çima em qala vê dikin. Ji ber ku ev rewşa îro jin û civak tê de jiyan dikin, ne asayî û qeder e. Hama wusa hatiye, wusa naçe.
Rêbertiya me, Tekoşîna Azadiya Kurdistanê li ser vê rastiye daye runiştandin. Azadî, wekhevî, maf û bihev re jiyan kirin encax ev nehevsengiya ku di navbera jin û zilam de hatiye xira kirin, bi sererastkirina wê mîzanê ve dikare bê sazuman kirin. Ji bo vê jî bi qasî ku xwe gîhîjandina zanista dîrokî pewîst dike, ev qasî jî rêxistinbûna jin û civakê pewîst dike. Pergala KCK, li ser vê armancê bi navê “xweseriya demokratik”, di her qadê civakê de bi rêka saziyan rêxistinbûnê bingeh digire.
Modela xweseriya demokratik wê çawa bibe, wek mînak anha di wargeha me ya Şehîd Rustem de tê pêşxistin. Lê tene wek cih avakirin an vekirina saziyan têrê nake. Yê girîng eve ku, kesayetên wê û tekîliyên wê çêkirin û pêşxistin e. Di aliye zihniyet de xwe qane kirin û exlaq û terzê jiyana wê pêşxistin, ji av û xwerinê girîng tir e. Di be ku, sibê jî ev wargeh xwira bibe, sazî ji holê rabin, lê ger kesayet li gorî vê hatibin çêkirin, mayende dibin. Civakbûn her hêza xwe ya destpêke dîsa qezenç bike. Di vê aliye de civaka wargehê, lewazî û xeteriyen pir mezin re rûbûrû ye. Niha di wargeha me li gorî xweseriya demokratik hatiye sazûmankirin. Meclisa xwe ya gel, kolikên semt û taxa, şaredariya xwe, dibistanên xwe, akademiyên xwe, saziyên wek tekîliyên derve û hêza parastin û denetim kirina xwe heye. Di aliyen xweser de jî meclîsa xwe ya Îştar û akademiya Ş. Zîlan heye. Heman deme de li gorî kota, jin di nava hemû saziyan de cîh digire. An jî em bibêjin di nava hemu sazi û xebatan de rêxistinbûna jina jî heye. Lê mixabin weke ku tê xwestin, berpirsiyar, hişyar û wek pewîstiyeke nêzikatî de lewazbûn tên jiyan kirin. Her ku diçe, li şuna ku hîn bi xurttir be, hîn durketin, berê xwe dane ji derve, xwe avêtina hembêza pergala qapîtalîst pêş dikeve. Ev nêzikatî ji bo vê civakê mirine. Di heman demê de, heviyên mirovahiyê şikandine. Çima hemû pergalên desthilatdarên cîhanê li hemberî me disekinin. Ji ber vê armanca me ya civaka kominal, ya ku li ser eksena azadiya jinê hatiye pêşxistine. Di vir de herî zêde ya ku pergala xweseriya demokratik xwedî derkeve û di saziyên wê de kom bibe jî jine.
Lê mixabin, di roja meya îro de, di wargeha me de, di her emre de jin ji bo bişixule, derdikeve ji derveye wargehê. Bê guman pewîstî ji pere re heye. Lê ji pere girîngtir, malbatbûn, kesayeteke tam bûn, civakêke exlaqbûn heye. Ya ku civak, kes, malbat ji cevhere wê derdixîne pewîstiyên xwe zêdetir pere bi xwe ye. Pere pere tîne, çavbirçîtî pêşdixîne. Ji çand û exleqên tevlîhev re jî rê vedike. Di dibistanên me de em mînakên vê pir ber bi çav jiyan dikin. Xwendinê, maneviyatê zêdetir, çawê wan li kar û pereye. Çandên gelek ucube pêşketiye. Ger civak li ser berjevendiyên kes pêşkeve, ezezîtî wek felsefeyeke wê pêşkeve. Rêxistinbûn ji holê rabe. Wê demê kî, di kur de bixweze dikare me bikşîne û bi karbîne. Wek wargeh ma evqasî zor û zahmetî, êş jiyan kirin, ji axa xwe durketin, ji bo vê bû. Na!!! Sîstem cara îşareta “SOS” yanî îmdatê didin. Ji ber xeteriyên pir mezin yên wundakirinê re rûbûrû dimînin. Li gorî min anha ji bo wargehê jî îşareta sor ya SOS pêketiye. Ev qasî qezencê xwe, hêdî hêdî em berbi wundakirineke ve diçin. Sedem jî ji rêxistinbûn û ji maneviyata xwe, çanda xwe durketine. Êdî pewîstî jê nedîtine. Lê em bîrnekin, em bi deste xwe dînamît dixin bin xwe. Her ku diçe, hevgirtin, rêz danîna malbat, mezin û hezkirina biçukan ji holê radibe. Malbat êdî nikarin zarokên xwe qontrol bikin.
Di nava evqas xeteriyan de rola sererast kirinê ji her kesî zêdetir dikeve li ser mîlê jinê. Jin, hele jina Kurd, vê rola xwe ya dîrokî pewîst dike di her deme zêdetir, anha him ji bo parastina çand û civaka xwe, him jî ji bo heviyên evqasî jin û civakên ku bindestin, ji bo wan bilêyîze. Hîn jî xwedî girîngiyeke wusaye. Yê esas eve ku tiştên ku me wunda kiriye û em wunda dikin çine, emê têkevin ferqa wan. Li ser vê bingehê jî xwe li derdora nirxên xwe yên azadî û saziyên xwe, ji nû ve bicivin. Dîsa em vê xwe xapandinê jî êdî dur bikevin; di wargeha me de hebûna sazîbûneke nayê wê wateyeke ku, em jî rêxxistinkirîne. Em çiqasî wan saziyên xwe de cîh digirin, ziyaret dikin, dişixulin û li gori pîvanên wir tevdigerinse, ev qasî em jî rêxistinkirîne. Yê din xwe xapandin û bin vê navê de ji xwe û civaka xwe durketinê zêdetir tişteke din nîne.
Ez çima di destpêke de ewqasî li ser rewşa jinê û pewîstiyê rêxistinbûnê sekinim? Ji ber ku ya ku di destpêke de civakbûn afirand, jin û rêxistinbûna wê bû. Ger ev rastiyeke ku îro bênîqaş tê qebulkirine, dîsa ya ku vê rastiye di roja meya îro de ji holê bikaribe rake jî bêrêxistinbûna jine. Ji ber ev tê wateya bê rêxistinbûna civakê. Bêrêxistinbûn jî tê wateya bêhêzbûnê. Yên bêhêz jî ne tû tiştin. Tercîh ya we ye….[1]