#ROJHILATÊ KURDISTAN#
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpoşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad
Li ser perçeya Rojhilat a ku bi peymana Kasr- i Şirîn a 1639’an ve ji #Kurdistan#ê hat veqetandin, polîtkayek kûr a mêtîngeriyê ji Safeviyan destpê dike û hetanî avaniya dewlet netew a Îranê serwer e. Her çiqas Îran, di sala 1925’an de derbasî pergala dewlet netewe bûye jî, avaniya desthilatdariya ku xwe dispart hetanî sedsala 16’an, wekî dewletên din ên serwer li ser gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet biawayek berfireh birêve biriye. Ji bo gelê Kurd hema nekeve nava daxwaziyek siyasî û avaniyek ku zerar bide hebûna dewleta Îranê ava neke, hetanî salên 1930’an de jî di statuya xweser de nêzî gelê Kurd bûne. Di Îrana roja me de jî, her çiqas wekî ku azadiya çand û ziman û hinek mafan nas dike bê nîşandan jî, di cewherê xwe de hewl didin hebûna siyasî ya gelê Kurd sînordar bikin, her tim bi zextên aborî, siyasî û bi tundiya dewletê ve dixwazin di bin kontrolê de bihêlin. Her çiqas dewleta Îranê ji aliyê dîroka mêtîngeriyê ve xwediyê kevneşopiyek diyar a dîrokî bejî, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jiyan dikin jî xwediyê kevneşopiyek bikok a hişmendiya siyasî, rêxistinî û berxwedanê ne. Rejîma Îranê xwest ku birêbazên bixwîn ên ku dewleta Tirk a faşîst di serhildanên Kurdan de bikaranî ve, vê kevneşopiya berxwedanê bitepisîne. Hîna êşa darve kirinê ya pêşengê Berxwedana Mahabadê Qazî Mıhamed û hevalên wî yên di qada Çarçira hatin darve kirin di hafızayan de taze ye. Bi wan tepisandinên bixwîn ve armanç kirin ku teslîm bigirin, di nava pergala xwe de bihelînin , eger nekare bihelîne jî qetil bike. Rêbertiya me wiha xulaseya wê kevneşopiyê dike: “ Tevgerên di bin pêşêngiya Ubeydulah Nehrî ya sala 1878’an, ya bi pêşengiya Sîmko Îsmaîl a 1920’an û ya bin pêşengiya Qadi Mihamed a 1945’an ên Rojhilatê Kurdistanê, pêşiya heman encaman vekirin e. Têkçûyîn û hê zêde eciqandin hebûna netewî û azadî hîna zêde lewaz kiriye, pêşiya rewşa bêheviyê vekiriye. Ezmûna Komara Mihabadê ya ku Qazî Mihamed jê re pêşengî dikir, digel çawaniya gelparêz a nûjen jî nekarî xwe ji encama rêûresmê rizgar bike.”
Peymana binavê Sadabat Pakt, ya sala 1937’an di navbera faşîzma Spî ya Tirk û faşîzma Riza Pehlewî de hat çêkirin, di cewher de têşeyê hemdem ê Qasr-i Şîrîne. Armanç dikirin ku perçe bûyîna Kurdan kûr bikin û bi hev re tevgera azadiyê perçe bikin. Peymana Sadabadê ya ku civîna li ser daxwaza Îran- Iraq- Sûriye- Tirkiye û Îngilîstanê di sala 1937’an de li paytexta Îran Tehranê di qesra Sadabadê de pêk hatî û Efganistan jî tevlî bûyî; peymanek temamî dij Kurde. Li gorî vê peymanê biryara, li kîjan perçeyê Kurdistanê serî rakirinek an jî hewldanek wiha rû bide wê bi hev re midaxele bikin û ji bo ne hilpeke perçeyên din ê Kurdistanê jî wê her cûre zext û tundî bikar bînin, distînin. Ev jî peymanek şerê taybet e; pêkanînên polîtîkayên qetil kirin, çewisandin, zext, tirsandin û tundî hatiye esas girtin. Di roja me de jî di navbera desthilatdariya faşîst a kesk a Tirkiyê û desthilatdariya faşîst a Îslamî ya Îranê de li dijî tekoşîna azadi û parastina hebûna netewî ya Kurdistanê gelek peymanên veşartî û tên birêve birin mijara gotinê ne. Peyman di cewherê xwe de ji bo berxwedanê teslîm bigirin rêbazên zexel xistin dewrê. Her çiqas têgînên Kurdistanê nehatibin qedexe kirin, bikar anîna zimanê Kurdî serbest bejî, di hin mijarên çandî de serbestî hebe jî, statuya siyasî ya gelê Kurd bi tu awayî nayê qebûl kirin. Kurdên ku dikevin nava lêgerînek wiha de jî, wekî di dîrokê de qewimîn bi darve kirinan re tên ceza kirin. Îro dewleta Îranê ya bi faşîzma kesk ve hat strandin, qetil kirina Kurdan bi şêweyek cûda carek din xistieye dewrê. Dema van pêk anînên xwe dixîne mêriyetê jî xwe arasteyê derdora bingehîn a jinan dike. Di vê perçeyê de jinên Kurd, afirîner û nûnerên çanda bihêz a gelê Kurd in. Rêya tune kirina vê mîrateya bihêz jî, di tune kirina jinan de derbas dibe. Dixwazin di encama van êrîşan de civakek xesandî ya di bin kirasê olê de û rastiya jinek ku bedenê wê di bin venêrina dewletê de pêşkêşî zilam hatî kirin, bi operasyonên sixurtiyê ve derdora wê hatî dorpêç kirin û mejî û eqlê wê hati tewizandin biafirînin. Serkeftina şerê taybet a ku tê rêve birin jî, bi encamên ku pratîkê de hatin bidest xistin ve hemta tê dîtin. Ji bo mijar baş bê fahm kirin jî, feyde heye ku bi mînakên şênber polîtîkayên şerê taybet a di şexsê jinan de tê birêve birin, rave bikin.
Bi derbas bûyîna rejîma Îslamî re, hêzên rejîmê yên ku pêkanîn û operasyonên teslîm girtinê li ser jinan bi rêgezên hişk ve girêdan; xwestin ku bi tirs afirandinê ve jina di qada civakê de rola diyarker dileyîze, bê bandor bikin. Qemçî, recm, rijandina asîd a li ser rûyê ku ne hatibe nixûmandin û sineta jinan, ji wan pêkanînan tenê çend mînak in. Wan pêkanînan li deverên ku ji civakê re vekirî, pratîze dikin û bi vê re dixwazin peyam bidin her kesî/ê. Hewl didin jinê bikin zayendek ku di qada civakî de qet neyê dîtin. Rejîm, her çiqas îdîa dike ku bi pêvajoya derbas bûyî re hinek maf daye jinan jî, lê piranî wek pêkanînên şiklî û di çarçoveya sînorên pergala de dimîn e. Mînak; dibêje ku min mafê perwerdê daye jinan, lê ji bo jin nexwînin her cûre astengî derdixîne. Propagandaya ku jin dikare di jiyana pişeyî de cih bigire dike, lê derveyî pîşeyên ku zayendperestiya civakî derpêş dike(mamostetî, perestarî, pişeyên malbatî û hwd.) qadek din venake. Tîne ziman ku mafê jinan ê xwe rêxistin kirinê heye, ji bo vê hinek rêxistinên wekî( Xwîşka Zeyneb, Xwîşka Zehra û hwd.) ava dike, lê berpirsên wan rêxistinan zilam in. Wan rêxistinan bi temamî li ser dijberiya azadiya jinê pêş dixîne. Jinan tenê wekî; di xizmeta zilam de, ji dewleta xwe re rêzdar, girêdayî netewa xwe û canfîdayê pergala rejîmê tên perwerde kirin. Her çiqas ên wan jinan perwerde dikin jin jî bin, talîmatên xwe yan ji dewletê yan jî ji zilamên girêdayî rejîmê digirin. Ew kes bi awayek taybet li ser mijara jinan disekinin, ji bo hebûna jinan di nava civakê de rewşek razber bigire dixebitin. Jinan bi rêgeza; ‘Jin tenê ji bo zilam hene’ perwerde dikin. Dibêje ku jin dikarin di xebatên çandî de cih bigire, lê deng derxisitina wê û derketina wê ya çapemeniyê qedexe ye, jin tenê dikare Quran- a Kerîm bi deng bixwîne. Dîsa di qada siyasetê de ji jinan re cih vedike, lê jinên ku di vê qadê de cih digirin jî tenê ji bo formalîte hene û bi zîhniyeta zilam re hatine techîz kirin. Pergala ku li kêleka pêkanînên hişk bi rêbazên zirav re jî dixwaze jinan teslîm bigire, di demên dawiyê de jî bi xistina dewrê ya pêkanînên cûda re şerê taybet a li ser jinan kûrtir dike. Hem di wateya giştî de hem jî di wateya taybet de, rastiya pergala zordest û wan êrîşên şerê taybet ên ku normatîfên rejîmî yên qet nayên fahm kirin kanê çi ne, li ser jinên Kurd tên birêve birin; li Êlihê jina Kurd ber bi xwe kuştinê ve dahf dide, li Hewlêrê dibe qurbanê kuştinê, di vê perçeyê de jî ji ber wan polîtîka û êrîşan arasteyê xwe şewitandinê dike.[1]