Navê pirtûkê: Payîza Peyvê
Navê nivîskar: Arjen Arî
Cihê çapkirina pirtûkê:
Navê çapxaneyê: Belkî
Sala çapê: 2015
Rahijin teşkên xwe
Rahijin kincên xwe, postalên xwe û Şivqeyên xwe
Çiyê we hebe li ser vê axê û we çi Anîbe bi xwe re:
Tenq, top, tiveng, teyare…
Û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
Û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh
Û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî:
hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî
Û kûçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî
Û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî[1]