ŞAKIR EPÖZDEMIR Minarî ye. Minar Nehîyeyêk ji Nehîyên Navça Bayîkan e. Nawenda mentîqa Zirkan e. Malbata Epözdemir, bi navê “Mala Hacî” tê navkirin. Hacî Elî yê bapîrê wan ji Bedlîsê, berîya 130 salan (1870) hatîye vî gundî û bûye Mîdûr Nehyeyê yekemîn. Hacî Elî, nivşê Şêx Mihemedê Fersafî, Bişarê Çeto, Qasimê Silêman, Şêx Mihemed Salihê Erboyî û Axaye Eşîra Etmakan Mamê Elê Gindir e. Gava Hecî Elî hatîye Minar ji Sêrtê heya Bedlîsê, peşkêş û giregirên vê herême ev kesin ser navên wana borîn.
Şakir kurê Fethulla yê Xalidê Hacî Elî ye. Ev mal û malbat jî berêva xwenda, xanedan û rewşenbîrin. Mamê Şakir xwe û xwe balbata waha tînê ziman:
“ Em ji babê xwe 11 xwuşk û biranin. (6 keç û 5 kur) Birayê me yê herê ezîz Av. Şewket – Şehîdê Tetwan – bû. Birayê min Nemetillah, Hikmet û Ferîd jî birayên hêjaye pesnê ne. Ferîd di Beledîya bajarê Sêrtê da dixebitê, babê Rûmet û Raperîn e. Belqiz jinbira min ya biçûk û hêja ye.
Birayê minê Hikmet Mihamî ye. Ew û hevala xwe Leyla Ekmen – kû ev jî mihamî ye- Li Adapazarî – Seqerya- binecî ne. Merd Can û Dîlan birazî û brazya min in. Nimet 10 salan di zindanan da raza. Cezaye xwe sala 2003, di 21 Adarê da qedan, babê Ozan û Hêlîn û Belçîm e. Dr. Serdar, Pisikolog Serhad û Arkolok Şîlan, kur û keçên Şewket û Sakîne Xanimin. Jinbirên min Sakîne, Talîha, Leyla û Belqiz, wek birayên min ezîz û qedîrbilindin.
Her şeş xwuçkên min bi gundî û pismaman va zewîcî ne. Li xar û jor 25–30 zarokên wan 15–20 Nevîyên wan henin. Bi gelenperî xwendan e. Mihendis, Doqtor, Mihamî û zanqoyan xwendin e û dixûnîn.
Çar Kûrê min, dû keç, çar bûk û hevala min a qedîm Medîne Xanim û bi min va em 20 kesin. Kurê mine Şîyarbar Heykeltraş e. Di zangoyê da mamoste ye. Jina wî jî Kurd e û Mamosteyê zimanê Îngîlîzî ye. Şîyarbar û Ferîde dû kurên xwe bi navên Mizgîn û Adar henin. Kurê mezin Rehber e. Ev û Nurcan dê û babên Azad, Zîlan û Melîk’in. Azad Zango dixwînê. Wê grafîkê xelas ke. Zozan a min keça mala min e. Berîvan di Hacettepê da Heykel dixwîne. Likman û Şoriş bi min ra ne. Em Miteîdin. Yûklenîci an Miqawîlin. Loqman û Fatim bi navê Belçim û Berçem dû keçên xwe hen e. Şoriş kurê biçûk e. Şoriş û Sureyya Xanim dê û babên Robîn in. Ji 50 salan borî kû ez û dîya van kesan dawetkirî ne. Min û Medîne Xanim’a keça Mamedê Smaîlê Mamê 15 salî daweta xwe kir.
Malbata me piştî kû Mîrekî rabûne, bi midûrîtî û mixtarîyê peşkêşî li nehîya Minar kirin e. Hacî Elî û kurê wî Hacî Mihemed Efendî Nehîye Midûr bûn e. Ebdillah Efendî yê nevyê Hacî Elî Şerîf e. Babê min piştî Ebdillah Efendî pêşkêşek jî pêşkeşên vê herêmê bû. Dîya min’a Rehmetî yê Şewket Şêx e. Şêxê Werqanis e. Min û Şewket û Ferîce, me bi buçûkayî dîya xwe winda kir. Ez birayê mezinim û gava dîya me mir ez 6 salî bûm. Babê min ji Eşîra Etmakan zewicî, ji vê zewacê 8 xwuşk û birayên min çêbûn. Ez bi dêmarî û hemî xwuşk û bira û nevîyan serfiraz û serbilindim. Piştî mirina dîya me, dêmarîyêk babê min hebû, herkesî jê ra digo “Dadê Gûlê” Dadê Gûlê jî weka dayîkêk heqîqî û eslî Per û baskên xwe li me lefand. Biçûkê me Şewket pir bi ezîzî xwedî kir. Dadê Gûlê jî bajarê Bedlîsê babfile bû. Jinêkê esîlmend, zîrek, aqilmend û dilovan bû. Dadê Gûlê nanpêj û Xwarinpêjek pispor bû. Mitbaxa Bedlîsê wê anîbû mala me.
Di malbate me da nivîskar, hûnermend, helbestvan, dengbêj, sazbend, sparmend, folklorîst, mamoste, diqtor, mihendîs, mihamî, parêzger ticar, miteîd, memur, karmend û zanê û pospor rabûne. Em di eslê xwe da malmela nin. Melayîti û xwendevanîya me pir qedîme.
Bab û kalên me di medreseyên Mîrekanda dersdar bûne. Ji ber vê ye kû gawa Osmanîyan li Kurdistanê Rûştîyan damezrandine, wê gavê li Bedlîsê çend Ap û kurapên babêmin Rûştîye xwendine, Alaybeg, defterdar, Nehîye Midûrî û Şerîf û Şehremîn ji van xwendevanan hatine holê, Mînakek dixwazim peşkeşkim kû di 1893 yê da kurê Hacî Elî, Hacî Kamil Efendî li bajarê Bedlîsê Alaybeqî ye û defterdar e.
Malbata min di warê Sîyasetê da tim û daîm di rêka xîrtêda meşîyan e. Hacî Mihemed Efendî hevalbendê Bedirxanîyan bû ye. Malbata min tû wextî xwe nedaye sîyaseta partîyên Tirkan...”.
Azadîxwaz Şakir Epözdemir, yek ji yekem damezrînerên partiyên siyasî yên Kurd li Tirkiyê ye. [1]