Jina #kurd# mîna hemî jinên cîhanê xwedî hêz û bawerî ye, di jiyana civakî de ji demên berê ve mil bi mil bi merê kurd re tev li hemî beşên jiyanê bûye û îmzeya xwe li gelek bûyerên dîrokî û zanistî daye û bûye şensê vî miletê perîşan di pir aliyan de.
Bi saya keda wê ziman ji belavbûn û wêrankirinê hatiye parastin, bûye mîna sîwanekê ji çand û sincên resen yên miletê kurd re. di her qadekê de hebûna xwe mayende kiriye û hêza xwe ya xweber daye pêş. Ev yek di wêjeya kurdî de jî sepandiye, gava ku em li rewşa wêjeya kurdî dinêrin, em dibînin ku ev wêje bi saya sere jinê hatiye parastin, çi di milê dengbêjiyê de be çi jî di mile helbest, çîrok,destan,efsan û lorîkan de be. Bi riya perwerdeya zarokan di nava malê de gelek resenî meyandiye û zarokên kurdan fêrî wêje û çanda wan kiriye. Her wiha bi rih û hestê xwe yê jinîtî ew nêzî kelepor û kevneşopiyê kirine. Bi vê yekê nifşekî kurdperwer ku têgihiştî ji çand, wêje û dîrokê re rakiriye. Ji derveyî sînorê malê û perwerdeyê, bi sedan helbest ristine û bûyerên rojane kirine çîrok û vegotine.
Ne tenê li ser van mijaran maye rawestandin, lê belê mijûlî mijarên olî, felsefe, tesewif…hwd bûye û di nava wêjeyê de geriyaye û lê kolaye, her wisa nêrînên xwe di derbarê wan de dane. Mînaka vê yekê jî, jina kurd a wêjevan #Mestûra Kurdistanî# ye.
Jinek wêjevan, dîrokzan û older bû, di nav helbest û berhemên xwe de li ser eqîde, evînî, welatparêzî û dîrokê disekinî û pir berhemên cur bi cur li ser heman mijaran nivîsandiye.
Ji xeyînî Mestûra Kurdistanî a bi nave Mah şerefxan gelek jinên din bûne mîna findan û wêjeya kurdî bi şewq kirine. Hunera wan bûye sedema pêşketina tore û edebîyeta kurdî.
Celale Xanima Loristanî jî yek ji wan jinên ku bandoreke xwe a erênî di nav civakê de hebû, bi hastên xwe yên zîz û coşek mezin helbest bi şarezayî nivîsandine, her wekî din di warê bikaranîna amûrên mozîkê de jî jinek zana û serfiraz bû. Ew qas huner û bîrewerî di civet û odeyên wêjeyî de, bi serbestî derbirîn dikir.
Gava em tên ji nêz ve li dîroka wêjeyê dinêrin, tê xuyakirin ku jinê li gorî derfetên wê demê wêjevanî bi hemî enerijiya xwe kiriye. Li ser çermên lawiran, dîwar û şikeftan hinaseya dilî nîgar kiriye û bi dengê awazên xwe jiyan xweştir kiriye ku ev yek bûye sedema mayîna nasnameya kurdîtiyê.
Dibe ku derfetên derketina jinê di wêjeyê de kêm bin ji ber rewşên ku miletê kurd tê re derbas bûye û derbas dibe û pirsgirêkên civakî yên bi mijara jinê ve girêdayî li tevahî cîhanê, lê hebûna wê yek ji sedemên bingehîn e ji bo berdewamkirin û rûniştandina wêjeyê di nava gel de.[1]