#Ziman# hebûn e, ger ziman biçe wê pê re milet jî hêdî hêdî li ber pêlên windabûnê here.
Dema mirov li zagona bingehîn a dewletan dinêre , zagona yekem balkişandina girîngiya ziman e. Bi riya vê amûra danûsitandinê hebûn, nasname, dîrok û çanda xwe ji gelên derdorê re destnîşan dike. Ji bilî vê yekê pergalek ji pergalên ragihandinê ye, têgihiştina me û kesên din pêk tîne.
Beriya hezarên salan û bi taybet ji serdemên Neolotîkê ve (şoreşa çandiniyê) ev amûra han bi pêş ketiye, çawa ku mirovên destpêkê hest û coşa xwe bi riya wêne, tabloyên li ser dîwaran û tevgerên laş derbirîn dikirin, wisa di her serdemekê de hewil didan ku vê yekê bêtir bi pêş bixin da ku bi hêsanî xwe û jiyana xwe ber bi gengazîbûnêû têgihiştinê ve bibin. Ji vê yekê mirovî pêwîstiya xwe bi ziman mîna beşek bingehîn ji jiyanê dît.
Gelo gava ku ziman biçe dê rewşa milet bi çi awayî be?
Bê guman li ser dirêjahiya dîrokê gelek milet hene ku zimanê wan li ber piyan çûye û di dema me ya îroyîn de ev miletan e di rewşeke pir xirab û belengaz de dijîn, mîna miletekî bê pispor û armanc bi zimanê desthilatdaran diaxêve, dûrî durvê xwe yê resen nola makîneyan bê hizirînek serbixwe.
Miletê kurd jî yek ji wan miletan bû ku rastî pir têkçûn, parçebûn û wêrankirinê hatiye. Gelek şer û pevçûn li ser xaka kurdistanê rû dane û bi sedan împratorî li ser ava bûne , kurdan jî berdêlên vê yekê dane.
Tekûz e ku zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevinar e, xwedî seng û hêz e, bi dewlemendiya xwe tevî ewqas bobelatên ku bi sere wî de hatine kariye xwe biparêze. lewma her tim desthilatdarên kurdistanê xwestine ku vî miletî tune bikin û laşê wî mîna parçeyan lê bikin, dest avêtine xala herî rehjen di jiyana wî de ew jî ziman e. Bi riya şêwazên cur bi cur mîna ferizkirina ol, ziman û bîrdoziya xwe, qedexekirina wêje û hunera wî xwestine ku vî miletî ji kurdîtiyê bişon û bikin di bin sîwana xwe ku li gor wan tev bigere, bihizire û biaxêve. Encama vê yekê di rojên me yên îro de diyar e.
Yê desthilatdar di wê baweriyê de ye ku ketin û helandina çi miletî bi ruxandina zimanê wî ye.
Helbet, pêkhatina ziman bi heyîna civakê ve jî girêdayî ye. Raza veşartî ya di navbera peyv û hebûna wê de hembêz dike û li gor civakê û taybetmendiyên wê xwe diguhere û zindî dibe. Weke çawa bi hatina islamê re guhertinên di civakê de çêbûne, bandor û guhertinek li ser zimanê me çêkiriye.
Her wisa mînakên vê rewşê pir in!
Mîrê zimanê kurdî Celadet Bedirxan dibêje:
Miletên blindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan diparêze yek ol e ya din jîziman e.
Lê heke ola neteweyên serdest û blindest yek be hinge çek dimîne yek ew jî ziman e.
Ji ber wisa ziman nasname ye dijmin jî dixwaze vê nasnameyê ji hole rake. Ziman nebe kombûna zanistê çênabe û nirxên çandî yên sedsala tê de ranagihînin sedsala piştî xwe re. Civak bê ziman, ziman jî bê civak nabe. Têgihiştina bi ziman di pêvajoya pêşketina mirovan de dema herî girîng pêk tîne. Lewma bila em derfetê nedin tu kesî ku me ji hole rake,dest bi dest, mil bi mil, bi dil û wijdan em van tîpên zêrîn ji rizînê biparêzin..[1]