JI MEKANÊ SIRGÛNÎYÊ BER BI CIHÊ NASNAMEYÊ VE: TEMSÎLÊN WÊJEYÎ YÊN BAJARÊ AMEDÊ DI WÊJEYA KURDÎ YA NÛJEN DE
FRANCESCO MARİLUNGO
WERGERA JI ÎNGILÎZÎ: SİNAN GÜLTEKİN
Mekan bi piranî weke têgeheke berfireh û razber tê fahmkirin. Her çiqas em peyva “mekan”ê di axaftina rojane de bi wateya tiştekî şênber û hişk bi kar tînin jî, heman peyv bo destnîşankirina wateya bêsînordarîya mekanê der-dinyayî (extraterrestrial) nîşan bide jî, cîhan, an jî dibe ku di wateya derheqê razberîya geometrîyê û mekanê Euclidean de bê bikaranîn. Mekan hebûneke necûdakirî ye, magmayeke bêsînor e ku yek dikare tê de bi hêsanî winda bibe. Ji bo biserketin, fahmkirin û jîyînê, bi alîkarîya çend cure koordînatan, divê em têkevin nav pêvajoyeke veguherîne. Koordînat ji bo dîyarkirina cih, navgînên muhim in, ew tişt in ku cihanê diafirînin. Li ser rasteka vawêrnebar a mekanê, cih hîmên wateyê ne, xal in ku dikarin bên ferqkirin, xalên cihdîyarkirinê, xaçerê ne, elementên nexşeyan in. Ne ewqasî sade ye, cîh parçeyên mekanan in ku mirov peywendîyên bihes ên dîyar bi wan re ava dikin. Tim Cresswell vê yekê sentez dîke bêtir berçav dike, (Cresswell 2004, 10): Mekan, nexwe, ji cih cuda dibe û dibe alemeke bêwate, - weke ‘rastîyeke jîyanê’ ya ku wekî wan, koordînatên bingehîn hildiberîne ji bo jîyana mirov. Dema ku mirov wateyekê li perçeyên mekanê bar dikin, pê re têkildar dibin, bi awayekî ji awayan mekan dibe cihûwar.[1]