Navenda Nûçeyan (K24) – #Helbestvan# û #nivîskar# #Kurd# ê Efrînî Mihemed Hemo pirtûka xwe lêkolînan a bi navnîşana “Nirx û Girîngiya Peyvê di Pendên Efrînê de” çap kir.
Helbestvan û nivîskar Mihemed Hemo derbarê “Nirx û Girîngiya Peyvê di Pendên Efrînê de” ji K24ê re got: “Min xwast di vê pirtûkê de nirx û giringiya gotinê ku miletê me wê weke rênemayiya jiyanê bi kar tînin nîşan bidim û diyar bikim ku bandora peyva xweş û nexweş di civakê de li ser moral û derûna mirov çend e.” Diyar kir jî, li herêma Efrînê bi dehan pend li “peyv û gotinê” bi xwe jî hene.
Nivîskar Mihemed Hemû di pêşgotina pirtûka xwe de jî dibêje: “Min xwast ew felsefeya resen a Kurdî ya di derbarê jiyana rojane de, di nav kelepûra Efrînê de ta roja îro maye û gelê Kurd li Efrînê ji xwe re weke rênemayiya jiyanê bi kar tînin û di bin siya wan pend û qewlan de jiyana xwe bi rê ve dibin, nîşan bidim.”
Her wiha amaje bi wê yekê dike jî: “Bêgûman pendên hevbeş di navbera Efrîniyan û Kurdên deverên din ên Kurdistanê de jî pir in. Kurdistan yek e, lê taybetmendiyên herêmên wê cuda ne.”
Mihemed Hemo diyar dike jî: “Li devera me ya Efrînê jî bi hûrî û kûrî, baxê gotin û axaftinê dan ber ajotinê. Di vê beşê peyvê de, min li dora çarsed ta pêncsed pend û metelokên Kurdî ji devera Efrînê yên di derbarê nirx û girîngiya peyvê de dane hev.”
Pirtûka “Nirx û Girîngiya Peyvê di Pendên Efrînê de” a nivîskar Mihemed Hemo, pirtûkeke lêkolîna ya di wêjeya devkî de ye, ji 144 rûpelan pêk tê û ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî- Dihok ve derketiye.
Mihemed Hemo sala 1961an li gundê Şîtka yê herêma Efrînê ji dayik bûye. Wî di destpêka sala nodî ya sedsala borî de li Helebê pirtûkxaneya “Xanî” û piştre jî pirtûkxaneya “Bedirxan” vekirin ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve rastî gelek astengiyan dihat û çend caran jî hate girtin, loma ji nêzîkî 20 salan ve ye berê xwe da Herêma Kurdistanê û lê dijî û demekê jî karê medyayî di kanaleke Kurdî de kiriye.
Mihemed Hemo heta niha hejmarek dîwanên helbestan, şano, kurteçîrok û lêkolîn û gotar nivîsandine û weşandine.[1]