#Kobanê# weke peyv ji aliyê ferhengî yan jî etîmolojîk ve tê çi wateyê baş nizanim, lê wateyên wê yên berê çi dibin bila bibin, îro êdî gelek wateyên wê yên nû hene. Ev wateyên nû ku êdî her yek jê bû têgeh, wisa zelal in ku (ji bilî dewleta tirk û DAIŞ) her kes li ser hemfikir e….
Kobanê weke peyv berê dihat çi wateyê, wê bi herhalî piştî vê dengvedana xwe, ji aliyê gelek kesan ve were lêkolînkirin, lê Kobanê ji 26ê çileyê 2015an û vir ve êdî bû sembola gelek têgehên serbilindiyê.
Di serî de jinxasî, azadî, berxwedêrî, fedekarî, dilovanî, êşa hevpar, hêstirkên dayîkan, hevgirî, afirînerî, wêrekî, bawerî, wijdana mirovî, sewalparêzî, xwezaparêzî, teşhîra kes û hêzên xirab, neynika baş û xirabiyê, ronî û tariyê û gelek têgehên din êdî hêlîna xwe di sing û dilê bi qasî cîhanê fireh lê herwiha jî birîndar ê Kobanê de saz kirine..
Balkêş e ku ji bilî derdorên nijadperest û faşîst, li seranserê cîhanê, kes û derdorên bi nêrîn, etnîk û baweriyên xwe pir dûrî hev jî, di kesayetiya berxwedana Kobanê de bûn xwedî bawerî, nêrîn, ziman û hest û serbilindiya dozeke hevpar; doza mirovahiya azad, doza parastina mafên ne tenê mirovan, herwiha yên sirûşt û sewalan jî, û doza xwedîderketina li van nirxan li dijî jinkuj, zarokuj, sewalkuj, dilkuj, mejîkuj, hêvîkuj, dîrokuj, sibekuj, bawerîkuj, evînkuj ango doza li dijî jiyankujan…
Nizanim ka heta destpêkirina berxwedana Kobanê, di ti ferhengê de peyva Kobanê hebû an na, lê ji hingê û şûn ve mirov dikare bibêje ku Koban bi xwe êdî bi awayekî bû ferhengoka hevpar a mirovên li pey jiyaneke azad… Ji ber vê yekê îro Kobanê weke peyv ji bo kurdan çi îfade bike, ji pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞê û hevalbenên wê û vir ve hema hema, heman tişt anîn bîra kesên ji netew û baweriyên din jî, welew zimanê hev nizanibin û navên hev jî nebishîstibin…
Ji bo Kobanê û ferhengoka wê hê gelek tiştên din dikarin bên gotin, lê bi kurtî, ji qewlî Kobaniyan ve ‘H’eriya Kobanê ya bi xwîna evîndarên jiyaneke azad hat avdan, wê bibe havênê gelek têgehên din ên ferhengoka mirovahiya azad…..[1]